PKK û alîgirên wê weke tevgera Gorran îsrar dikirin ku kongreya zû were çêkirin, lê belê Partiya Demokrata Kurdistan û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê gotin ku amadekarî ne temam, bi taybet ji bo beşdarşbûna mêvanan, ji ber ku li Ewropa welatên rojava ku wê ji wir gelek mîvan werin, dema tatîlê ye, wê nikaribin beşdar bibin.
Di encama civîneke ku du ji seet 14.00 dest pê kir, heta derengê şevê seet 23.00 dirêj kir, biryar li ser wê yekê hate standin ku kongre bi derengî keve.
Di vê derbarê de endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî got, bipaşxistina Kongreya Netewî girêdayî wê yekî ye ku heta niha komîsyonan raportên xwe amade nekirine, bi taybetî yên di derbarê dawetkirina mêvanan de.
Heta niha jî hêzên YPG yên ser bi PYD ve destûr nedane ku komîsyona şopandina rastiya kuştina Kurdên rojava ku derbasî herêmên Kurdî bibe.
AVESTA KURD