Serrûpel Nûçe Di 124 saliya xwe de wefat kir

Di 124 saliya xwe de wefat kir

Belav bike

KAHRAMANMARAŞ

Ejder Tatar daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Mehmet Tatarê 124 salî nêzî du meh berê xwîn rijiya li ser mîdeya wî û demekê di nexweşxanê de ma. Ejder Tatar got ku Mehmet Tatar piştî ku ji nexweşxaneyê derket, bi tu awayî nehat ser hemdê xwe, tu tişt nedixwar û venedixwar, îro herî dawî fîncanek ava zemzemê vexwar û çavên xwe ji bo ebediyetê girt. 

Mehmet Tatarê 124 salî li taxa Gazîosmanpaşayê navçeya Tûrkogluyê bi kurê xwe Mûsa Tatar re dijiya. Tatarê ku 12 zarok û 65 neviyên wî hebûn, di cejna Remezanê ya borî de ji bo fîrmayeke şekirê di flîma reklamê de lîst. Tatar bi peyamên wek “yekitiya malbatê”, “têkiliyên malbatê” û “cejn bi malbatê re xweş dibore” di hişan de cî girtibû.  AA