Serrûpel Nûçe Kongreya Kurd roja 15 Îlonê tê çêkirin

Kongreya Kurd roja 15 Îlonê tê çêkirin

Belav bike

Li gora agahiyên gihiştine dest, kongre wê roja 15 meha Îlonê li darkeve û 3 rojan dirêj bike (ji 15 heta 17 mehê).

Di vê kongreyê wê ji her çar perçeyên Kurdistanê delege beşdar bibin.

Her beşekî Kurdistanê wê delegeyên xwe hilbijêre û bişîne kongreyê.

Heta niha ne diyare, ji kîjan beşî wê çend delege beşdar bibin û wê para kîjan partî û rêkxistina sivîl çend kes bin.

Li gora wan agahiyan, wê ji her çar perçeyên Kurdistanê nûner têde cih bigirin.

Her wiha wê delegeyên Kurdên diyasporayê jî hebin (Kurdên Ewropa, Kurdên Rûsya, weke nimûne)

Hejmara delegeyan wê 600 kes be, her wiha wê 300 mêvan jî di kongreyê de, amade bibin.

Di kongreyê de mijara avakirina dewleta kurdî derbas nabe.

AVESTA KURD