Serrûpel Nûçe Sûriyê: Komkujiya bi çekên kîmawî

Sûriyê: Komkujiya bi çekên kîmawî

Belav bike

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “nûçeyên derheqê êrîşên li Suriyê yên ku ji hêla hêzên rejîmê bi çekên kimyewî ve duh şevê herêma Gota rojhilat û rojavaya Şamê pêkhatî û têde bi sedan sîvîlan jiyana xwe wenda kirî bi awayek xemgîn tên şopandin.”

Di daxuyaniya de hat diyarkirin ku divê îdîa tavilî bên ronî kirin û dûr de wiha dom kir: “Mîsyona Lêkolînê ya NYyê ya ku hê jî xebatên xwe yên li herêm didomîne divê îdîayan lêbikolîne û belgeyan biderxîne. eger îdîa rast bin divê cemawera navneteweyî li hember vê hovitiyê helwesta xwe bidanî holê û bertekên xwe nîşan bide.”

Li gor îdîayan li herêma Gota Rojhilatê ya Şamê, di êrîşên ku têde çekên kimyewî ji hêla hêzên Esed ve hatî bi kar anîn de 635 kesan jiyana xwe ji dest da.
TRT-Xeber