Serrûpel Nûçe Gora Evdalê Zeynikê ji nû ve hat çêkirin

Gora Evdalê Zeynikê ji nû ve hat çêkirin

Belav bike

Dengbêjan stranên Evdalê Zeynikê gotin. Meleyan tevî cimaetê ji ruhê evdal ra dua xwendin, helbestên stranên Evdal hatin xwendin. Li gund ji bo beşdarên merasima gora nû xwerin û konsereke stranan hat pêşkêş kirin. Raya hemû beşdaran derbarî gora nûçêkirî ya Evdalê Zeynikê de ew bû ku, divê bi gora wî re tevayî hemû goristan wisa bê çêkirin ku bibe baxçeyekî bi gul û gulistan. Ew bibe ciyekî dîyar û pîroz ji bo hezkiriyên çanda kurdî û hunera dengbêjiyê. Li vir herwisa hat vegotin ku li navenda Agiriyê komeleyek bi navê “Komeleya Evdalê Zeynikê û dengbêjiya kurdî” komeleyek bi taybet wê bê vekirin.

Dengê Kurdistan/Reşat Heliz -Agirî