Serrûpel Nûçe Li Koye êrîşî kesên ji PKK cuda kirin

Li Koye êrîşî kesên ji PKK cuda kirin

Belav bike
Li gor nûçeyeke Rûdaw, duh êvarê seet 19.00 şerê bi çekdan di navbera grûpek çekdar û kesên ku ji PKK cudabûne de derket.

Ew kesên ku ji PKK cudabûne, berê serkirdeyên PKK bûn û serkêşiya wê partiyê dikirin, ew kes di sala 2004 de ji PKK cuda bûbûn.

Yek ji wan çekdarên ku êrîş kirin birîndar bûye, guman heye ku ew çekdarekî PKK be.

Ew kesên ku êrîş kiriye û birîndar bûye niha li nexweşxaneya Silêmaniyê tê dermankirin.

Asayîşa Silêmaniyê ji ber meseleyên ewlekariyê naxwaze di derbarê vê bûyerê de tu daxuyaniyan bide.

Endamê berê yê serokatiya PKK Nizamettin Taş, ku bi navê Botan tê naskirin, got: “ew her 3 kesên ku êrîş kirin xwestin li dijî malbatên kesên ku ji PKK cudabûne komkujiyê bikin, me ew çekdarê birîndar girt û teslîmî asayîşê kir…”

Botan got, ew çekdar ji Mexmûrê hatibûn.

Malbatên kesên ku ji PKK cuda bûne, li Koyê bi kamera têne kontrolkirin, ew kesên çekdar xwestine wan kameran tune bikin, çend caran di wê taxê re diçin û tên, bi wan dihesin, şer derdikeve, û di encama şer de yek ji çekdaran birîndar dibe.

Berî niha roja 11 Şubat 2006, Kanî Yilmaz ku endamekî serokatiya PKK bû û ji PKK cuda bûbû, di encama êrîşekê de (otomobîla wî hate teqandin) hate kuştin.

Kesên ku ji nêzîk ve van bûyeran dişopînin dibêjin, dibe armanc ji vê êrîşa dawîn kuştina Nizamettin Taş (Botan) be.

Botan, tevî birayê serokê PKK Osman Ocalan, Kanî Yilmaz Partiya Welatparêzên Demokrat PWD ava kir.

Botan bi xwe ji PKK cuda bû ye, zewiciye û bavê zarokan e.

AVESTA KURD