Partiya Demokrata Kurdistana Bakur bi tundî vê bûyarê şermizar dike. Ev muhaweleyên bi vî rengî, aştiya navkurdan têkdidin û dibin sebebên hilkirin û gurkirina agirê dijmunatiyê, bi hevcunê, kuştin û bê îstaqrariyê di nava gelê kurd de.
Îro bala hemo gelê kurd, û cîhanê li ser avakrina Kongra Netewiya Kurde , gelê me bi coş, bi heyacan û bi umudek mezin li benda encamên erinî û serkeftina vê kongrêye. Di vê demê de, ev bûyer carekdin ûmud û daxwazên gelê kurd di kete di metirsiyê de.
Em bani rêveberiya PKK , bi taybetî banî hevserokên wê yên nû dikin ku ew jî ji aliyê xwe kuştina kurdan bi kurdan heram bikin û bi çu wesileyan û bo çu sebeban can û malê kurdan nekin armanc.
Partiya Demokrata Kurdistanê Bakur.
23.08. 2013