Serrûpel Nûçe Komîsyona Şopandinê destvala vegeriya

Komîsyona Şopandinê destvala vegeriya

Belav bike
Komîsyon, çû Dêrîkê, Qamişlo û çend deverên din.

Cihê ku bûyer lê çêbûbû Amûdê bû. Komîsyon derbasî Amûdê nebû, neçû li wir lêkolîn çênekirin û kesek nedît.

PYD nehîştibû ku Komîsyon li Amûdê tiştekî bike, gotibû em berpirsiyariya we ranakin.

Xelkê Amûdê xwestibû endamên komîsyonê bibîne û û jê re rastiyê bibêje, rê nehatibû dayîn.

Weke ku diyar bû komîsyon bi serbestî tevnedigeriya û tenê cihê ku YPG nîşan dida ew diçû wê derê.

Komîsyon çû, hinekî ji xwe re geriya, lê neçû cihê ku bûyer lê çêbûbûn û komîsyon bi wê armancê hatibû avakirin, weke Til Eran, Til Hasil û Amûdê.

Komîsyon destvala vegeriya.

AVESTA KURD