Serrûpel Nûçe YPG: Li Şêxmeqsûd 5 leşkerên rêjîmê hatin kuştin

YPG: Li Şêxmeqsûd 5 leşkerên rêjîmê hatin kuştin

Belav bike


Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku hêzên rêjîma Baas êrîşên xwe yên li dijî Taxa Şêxmeqsûd zêde dike û ji navenda xwe ya li nêzî Nexweşxaneya Yonanî taxê bi hawanan topbaran dike û dixwaze ku taxê bixe bin kontrola xwe. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama topbaranê de gelek ziyanên madî û canî çêdibin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên rêjîmê di 3 rojên dawî de jî ji herêma Mexselet El-Cezîre êrîş pêk anîne û xwestiye bikeve taxê. Der barê mijarê de hat gotin: “Hêzên YPG/YPJ’ê  bersiva êrîşan dan, di encamê de 5 leşker hatin kuştin û hin birîndar bûn. Li ser vê yekê hêzên rêjîmê neçar man paşde bikişin.’’    

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên YPG dê bersiva hemû êrîşan bi tundî bide û ev tişt hate gotin: ‘‘Em soz didin gelê xwe ku em ê heta kêliya dawî bersiva êrîşan bidin û em nahêlin ku hêzên rêjîmê bikevin Taxa Şêxmeqsûd.’’ ANF