Serrûpel Nûçe Hemwelatiyên Tirkiyê di nava Cebhet El Nusra de hene

Hemwelatiyên Tirkiyê di nava Cebhet El Nusra de hene

Belav bike

Şervanê YPGê yê bi navê Rizgar ji kamereya Rûdawê re wiha got: “Dema me gundê Sûsê ji Cebhet el-Nusra rizgar kir, me hinek pirtûk û belgenameyên Tirkan bi destxistin. Ji wan jî nasname, Qur-anek bi Tirkî-Erebî, pirtûkên perwerdeyê yên bi tirkî-erebî û al hebûn.”

Di nava belgeyên hatine dîtin de alek bi navê Eniya Îslamî ya Kurd jî hatibû dîtin. Piştre di daxuyaniyekî 10 hêzên çekdar ên li Girê Spî de bi navê Eniya Îslamî ya Kurd jî ew daxuyanî hatibû îmzekirin.

Rojnamevan Mistefa Balî di vê derbarê de wiha got: “Ev îspat dike ku belkî em nebêjin, dewleta Tirk rasterast alîkariya van grûbên çekdar dike. Lê îspateke hinek kesên ne diyar li Tirkiyê li pişt perdeyê vî agirî gur dikin û van grûban li kurdan çavsor dikin.”

Şervanekî YPGê di şerê ligel Cebhet el-Nusra de birîndar bibû, xwe ji ber çavê wan veşartibû û ji mirinê rizgar bibû. Navbirî ji Rûdawê re ragihand: “Min bihîst ku yek bangî yekî din dike û dibêje, Şoreş, Xebat. Ji ber ez demekê li Silêmaniyê mame û min di nava gelê me yê Soran de kar kiriye, zaraveyê Soranî ji min ne dûr e. Baş nayê bîra min, lê zaraveyê Soraniya Silêmaniyê bû.” Rûdaw – Imer Kalo