Serrûpel Nûçe “Esed û malbata xwe reviya Tehranê“

“Esed û malbata xwe reviya Tehranê“

Belav bike

 

Li gorî El Naharê, Beşar Esed û malbata wî, bi balafira Serokatiya Rejîma Suriyê çûne Îranê û li Balafirgeha Îmam Xumeynî ya Tehranê danîne.

 

Lî gorî heman nûçeyê, seorkê Sûriyê Beşar Esed tevî xwe çend navên girîng ên hikûmetê jî birine û di hevdîtinên ligel rayedarên Îranî de behsa bersiveke muhtemel a hêzên Amerîkî û Rojavayî kiriye.

 

Li gorî televîzyonê Îranê Press TV ya ku bi Îngilîzî weşanê dike, berdevkekî Wezareta Derve ya Îranê îdîayên; Esad reviyaye Îranê wekî ‘pêkenok’ bi nav kiriye û red kiriye.

 

Rojnameya El Naharê nêzîkî Hîzbûllahê ye û hevalbendekî rejîmên Îran û Suriyê ye. Rûdaw-Al Nahar