Serrûpel Nûçe Şanda NY dane ber gulleyan

Şanda NY dane ber gulleyan

Belav bike


 

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku nîşangirên nenas, bi çekan berdane ser konvoya şandeya wan ya lêkolînerên çekên kîmyewî. Ji ber vê yekê, şandeyê xebatên xwe yên  li herêmê birîne.

 

Berdevkê NY Martîn Nesîrky, destnîşan kir ku li dijî konvoya lêkolînerên Neteweyên Yekbûyî tê de bûn, bi çend caran û bi qestî gule hatîye berdan û di encamê de wesaîtên şandeyê xisar girtine.

 

Piştî gulebaranê şandeyê xebatên xwe dane sekinandin û ji bo ku wesaîteka nû bistîne çûye avahîyeka fermî ya dewletê.

Her wiha rêveberîya Surîyê jî, ragihand ku ev êrîşa li ser şandeya NY, karê hin grubên çekdar e.

 

Rêvebirîya Surîyê, duh destûr dabû şandeya şarezayan a NY ku li herêmê li ser îddiayên çekên kîmyewî lêkolîn bike û îlan kiribû ku operasyonên xwe yên li rojhilatê Gutayê birîne heta ku ew şande lêkolîna xwe temam bike.

 

Îddiayên hêla opozisyone ewe ku  rejîma Beşar Esed çekên kîmyewî bikar anîn lê hikûmeta Sûrîyê jî hêzên serhîldêran berpirsîyar digire.

Turan Aktaş