Serrûpel Nûçe Tirkiyê daxuyaniyên Bayik cidî nagire

Tirkiyê daxuyaniyên Bayik cidî nagire

Belav bike

Li gorî ajansên nûçeyan ên Tirkiyê, wezîrê karên hundur ê Tirkiyê Muammer Guler îro (29.08.2013) derheqê pêvajoya çareseriyê, rewşa Sûriyê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Muammer Guler derheqê daxuyaniyên vê dawiyê yên hevserokê KCKê Cemîl Bayik ên derbarê pêvajoya çareseriyê de diyar kir ku bila tu kes jidilbûna hikûmetê li hember pêvajoya çareseriyê xelet bikar nehîne û wiha axivî: “Em hinek daxuyaniyên ku di bin navên cuda de tên kirin, ciddî nagirin.”

Guler derheqê rewşa pêvajoyê de jî ragihand ku li gorî plana hikûmetê, diviya hêzên çekdar (yên PKKê) ji Tirkiyê derketiban, piştî wê jî dê qonaxa normalbûn û demokratîkbûnê dest pê kiriba lê heta niha qonaxa yekemîn nehatiye cîbicîkirin.

Wezîrê karên hundur destnîşan kir ku di qonaxa sêyem de jî dê çek bi tevahî bê rakirin û tenê xebatên siyasî bên kirin lê divê herkes xwe li hember pêvajoyê berpirsiyar bibîne û wiha anî ziman: “Divê herkes tiştên ku dikeve ser milê wî pêk bîne da ku şer û pevçûn nemîne û çek bi tevahî ji dewrê derbikeve û ji ber wê jî em dixwazin hewl û helwestên niyetpakiyê di vî warî de bidome.”

Derbarê mudaxeleya serbazî ya li dijî Sûriyê de jî Muammer Guler destnîşan kir ku li Sûriyê çekên kîmyayî hatine bikaranîn û ji ber wê jî divê bersiva vê yekê bê dayîn lewma eger pêwîst bike Tirkiye jî dê beşdarî operasyona li dijî Sûriyê bibe û bo vê yekê jî pêwîst nake parlamento biryarek nû bide.

Guler da zanîn, tîmên wan yên rewşên awarte ji 2 mehan berê ve li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê tedbîrên pêwîst li hember çekên kîmyayî girtine û niha jî di rewşa alarmê de ne.

Tê zanîn, hevserokê KCKê Cemîl Bayîk beriya niha gotibû: “Eger Tirkiye heta 1ê Îlona îsal tu gavan nehavêje emê vekişandina hêzên xwe bidin sekinandin û belkî em hêzên ku hatine vekişandin jî dîsa paşde vegerînin Tirkiyê.”

KCK ku PKKê jî di nav xwe de digire, hikûmeta Tirkiyê bi wê tohmetbar dike ku sozên ku daye rêberê PKKê Abdullah Ocalan û KCKê, pêk nehaniye û naxwaze gavan bavêje. Rûdaw