Serrûpel Nûçe Rojnamevan Fadil Ozçelik dinivisîne

Rojnamevan Fadil Ozçelik dinivisîne

Belav bike


Ez ne şaş bim, di sala 1993an de li Moskovayê me Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê ji aliyekî ve û PKKê jî tena bi serê xwe ji aliyê din ve amadekariya lidarxistina pîrozkirina şeveke NEWROZê dikirin.
Di civîneke me de hevalekî ji rêxistineke Rojavayê Kurdistanê gotineke weha kir, “Hevalên PKKê dibêjin ku ger Fadil ne bi were be, em karin NEWROZê bi hevdu re pîroz bikin”. Min lê nêrî ku vekişandina min dixwaze ev birader û hevalên din jî ji bo “yekîtiyê” ne li dijî dayina qurbanekî bûn.
Li ser vê yekê min jî axaftineke weha kir, “Min fam nekir ku PKK ji bo çi vekişandina min dixwaze. Helwesta we ya bi PKKê re û li himber PKKê çi be hema ya min jî eynî tişt e. Eşkereye ku PKK dixwaze me belav bike. Ger hûn îro vê xwestika wan bi cî bikin wê sibê qurbanekî din jî bixwazin. Dem kêm e û bi vî awayî hewldidin ku em nikaribin şevekê li dar xin. Lê ger hûn difikirin ku wê vekişandina min rast be, ez xwe vedikişînim û nayêm şevê jî. Ger PKKê ne vekişandina min, lê ya hevalekî din bixwesta min bi xwe ev tişt qebûl nedikir. Em ji wan vekişandina kesekî naxwazin, ew çima dikin? Dîsa gotina dawî ya we ye”.
“Hevalên” min ne li ser raya min bûn û min xwe vekişand. Li gorî dihat guhê min, danûstendina bi PKKê re dest pê kiribû, civîn li ser civînan çêdibûn. Carekê min bihîst ku PKKê doza vekişandina kesekî din jî kiriye. Ew jî hat qurbankirin. Piştre vekişandina du kesên din jî dixwazin. Birader vê qebûl nakin, ji ber ku êdî ji dervî PKKê kes li holê nemabû, PKK ji wan re dibêje ku wê Newrozê bi serê xwe çêbike û ger bixwazin ew jî karin wek takekes werin şevê.
Ger di wexta xwe de em bi vê leystikê hesiyabûna dê Newroza me têk neçûbûya.
Û ger doz, dozeke rewa bûya divêbûya berê ez û piştra jî hevalên din nehatibûna qurbankirin.
Û ger doz, dozeke rewabûya divêbûya PKK ev xwestik nekiribûya..
Niha PKK û beşên her çar perçeyan ji beşdarbûna berpirsên dewletên dagirker qayilin, lê PWD li ber derî dihêlin.
Pirsa min ji dervî PKK/PYD ji herkesekî meyin re ye; ev çawa çê dibe, bi kîja mejî, mentalîte û pîvaneneke netewî û mirovî hûn vê yekê qebûl dikin?
Û banga min, kulek dest pê kir û serkeftin ji tevgereke bi vî şêweyî dest bi kar kiir, dernakeve.
PKK wê ji bo têkbirina we hîn gelekî hewl bide..
Min dixwest bi hevokeke weha dawî li nivîsara xwe bînin, “Xwezî PKK/PYDê ez fedîkar derxistima”, lê nikarim.
Di demeke, bi beşdariya berpirsiyarên dewletên dagirker jî, civandina Kongreyeke Netewî de hewldana kuştina PWDiyan rê li ber min digire.
LI gora Cemil Bayik “ulusalci” ne dijmin in, bi dewleta tirk re lihevhatinê hêvî dike, PYD li dijî lêdana Sûriyê ye, lê PWD kuştinê heq dike.
Xwezî ez şaş derkevim û beriya ku hewl bide bi dewletên dagirker re li hevdu bê, PKK destê xwe yê dostane dirêjî hemû birayên xwe yên Kurd bike.
Ji ber ku em bi hevdu re Kurd in û Kurdistanî ne.
Ji ber ku li tu derê cîhanê rengek bi serê xwe welat û miletekî temsîl nake.
Ji ber ku her hewldaneke “ez û ne tu kesî din” her vala derketiye.
Ji ber ku herkesekî ku gotiye “ez û ne kesî din” têk çûye.
Ji ber ku piştî ewqas qeda û belayan gelê kurd encameke weha heq nake.