Serrûpel Nûçe Dîsa kongreya neteweyî ya kurd tê paşxistin

Dîsa kongreya neteweyî ya kurd tê paşxistin

Belav bike


Tenê 14 roj mane bo wê dema ku hatiye danîn bo girêdana kongreya neteweyî ya kurd, lê endamên komîteya amadekar a kongrê gava behsa wê demê dikin, dudil xuya dikin. Çiku zehmet e bikarin di wê dema destnîşankirî de, kongrê birêve bibin.

Pêşî biryar bû kongreya neteweyî ya kurd di roja 24.08.2013 de birêve here, lê endamên komîteya amadekar a kongrê, ku ji 21 kesan pêk tên û nûnertiya her çar parçên Kurdistanê dikin, nikaribûn karên xwe xelas bikin û bi neçarî kongre heta roja 15ê îlona îsal paş xistin.

Şêwaza dabeşkirina endamên kongrê li ser her çar parçên Kurdistanê û modela kongrê, mezintirîn kelem in li pêşber komîteya amadekar û dibin sedemê paşxistina wê jî.

Endamê komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya kurd Xelîl Îbrahîm diyar kir ku nakokiyên tund li ser meseleya dabeşkirina endamên kongrê hene: “Rast e, li ser dabeşkirina endaman me li hev nekiriye û çend civîn jî li ser vê mijarê hatine kirin, lê encama wan nebû.”

Xelîl Îbrahîm, ku wek nûnerê Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî ya Kurdistanê beşdarî wê komîteyê bûye, eşkere kir ku ji bilî meseleya dabeşkirina endamên kongrê: “Modela kongrê kêşeyeke din e ku me heta niha li serê li hev nekiriye, wek çawaniya sazkirina kongrê, dezgehên wê, gotara wê ya siyasî, piştî kongrê divê çi bê kirin. Heta niha me li hev nekiriye li ser van xalan.”

Kongreya neteweyî ya kurd yekem civîna xwe di roja 22.08.2013 de ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê saz kir.

Bi dîtina Xelîl Îbrahîm, nabê hejmara şêniyên parçên Kurdistanê bibe pîvana dabeşkirina endamên kongrê: “Rast e hejmara şêniyên parçekê ji parçeke din zêdetir e, lê ji bîra me neçe ku divê pêgeha siyasî ya Herêma Kurdistanê li ber çav bê girtin. Nabê jî ev alî û ew alî bêjin divê pişka me ewqas be, çiku ev ne hilbijartin e, lê kongreya neteweyî ya kurd e.”

Komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya kurd biryar daye ku 600 endamên kongrê hebin û 300 kes jî wek mêvan bên vexwendin, ji yên ku dostên kurdan in.

Endamên kongrê bi ser her çar parçên Kurdistanê û derve de bên dabeşkirin, bi awayekî ku rêjeya ji sedê 10 bo saziyan ciwanan, ji sedî 10 bo kesayetiyan, ji sedî 35 bo saziyên civaka sivîl, ji sedî 45 bo partiyên siyasî hatine diyarkirin.

Endamê sekretariya komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya kurd Kemal Kerkûkî mikur hat ku nerînên cihê hene li ser endamên kongrê û ji Rûdawê re got: “Li ser rêje û dabeşkirina endamên kongrê cudahî heye di navbera aliyan de.”

Kemal Kerkûkî, ku nûnerê PDK ye di komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya kurd de, dibêje ew kêşe wê bên çareserkirin: “Lê hin pirsên din hene divê bên çarekirin.”

Kerkûkî ne piştrast e ku ew dema li ber wan maye, bes be da ku kongrê tê de saz bikin: “Ger em hemû tiştî bi timamî jî bikin, em pê re nagihin kongrê di dema wê de saz bikin. Niha hin alî hene ku doz dikin kongreya neteweyî bê paşxistin.”

Endamekî komîteyê ji rojhilatê Kurdistanê, mikur hat ku xemsarî di destnîşankirina dema kongreya neteweyî ya kurd de hatiye kirin. Endamê komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya kurd Reza Keebî, eşkere kir ku di dema destnîşankirina dema kongrê de doz hatiye kirin ku: “Kongredi meha 10 yan meha 11 de bê sazkirin, çiku gellek kêşe hene û gellek kar jî mane ku em nikarin wan di vê dema kurt de cîbicî bikin.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, PKK doz dike hejmareke zêde ya endamên kongrê ji bakur û rojava bin. PKK doz dike ku ji tevahiya 600 endaman, zêdeyî 310an ji wan bin.

Di civîna dawî ya komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya kurd de, ku roja 30.08.2013 hate sazkirin li ser dabeşkirina endamên kongê, PKK doz kir ku bo bakur 220 endam bên danîn, bo Herêma Kurdistanê 150 endam, bo rojhilat 90 endam û bo rojava jî 140 endam.

Lê ev pêşniyara PKK hate redkirin, çiku başûrê Kurdistanê pêşniyar kir ku nabe ti parçe rastî neheqiyê bê û endamên hemû parçeyan wek hev bin, yanî 150 endam bo0 her parçekî.

Reza Keebî, ku nûnerê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ye, got: “Em jî ligel wê pêşniyara başûrê Kurdistanê ne, ku hemû parçe endamên wan wek hev bin.”

Navborî bi awayekî ne rasterast got ku PKK doza rêjeyeke zêde dike û ev bûye yek ji sedemên sereke ku kongreya neteweyî ya kurd di dema xwe de neyê sazkirin: “Niha baweriyeke jidil heye ku kongreya neteweyî ya kurd di dema xwe de nayê sazkirin.”

Hêvîdar Ehmed- Rûdaw – Hewlêr