Serrûpel Nûçe Gundiyan hikûmet ava kirin

Gundiyan hikûmet ava kirin

Belav bike



Gundê ‘Vergîlî’yê an jî bi navê xwe yê berê Bêcirman…

Di dîrokê de xwedî cîhekî balkêş e.

Gund, bi şêx û seyîdên xwe xasma bi Seyîd Bîlal (bawerî ewe ku ji ziryeta pêxember tê) tê nas kirin.

Rîwayet ewe ku ji ber vê taybetmendiya xwe, di dema Osmanîyan de jê bac nedihat standin û ev gund navê xwe jî ji wir digire.

Piştî damezrandina Komara Tirkiyê, wekî navên gelek gund û navçe û herêman, navê vî gundî jî tê guherandin û dibe ‘Vergîlî’.

Vergîlî bi tirkî tê wateya ‘bibac, bicirm’

Yanî navekî bi wateya dijî Bêcirman lê tê danîn.

Gundîyên ku ji vî navê aciz in bi salan têkoşîn dane ku navê xwe yê berê bigirin.

Axirê têkoşîna wan encam da û piştî hin rê û rêzanên fermî, çûn referandûmê.

Ji encama referandûmê 99 ji sedî dengê erê derket.

Lê ji bo guhertina navê gund, biryara dawîn dê Wezareta Karûbarên Hundir bide.

(Turan Aktaş)