Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik ragihand ku, meha Îlonê wê qedera agirbesta zêdetirî 8 mehin didome diyar bike.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya li rojnameya Azadiya Welat de diyar kir ku, eger hikûmeta Tirkiyê di meha Eylûnê de gavan neavêje, dê vekişîna gerîla rawest e û pêvajoya agirbestê jî bi dawî bibe.
Cemîl Bayik dset nîşan kir ku, ji bo ku hikûmet karibe pirsgirêka kurd çareser bike, ew bi erkên xwe rabûne, lê li hemû deverên cîhanê ji bo çareseriya pirsgirêkan demek tê destnîşankirin.
Wek tê zanîn Cemîl Bayik gotibû, eger heta yekê eylûnlê hikûmet gavan neavêje, wê pêvajo bixetime. Rûdaw