Balyozê Îmaratê li Îraqê Abdullah Îbrahîm El Şehî, li Hewlêrê hevdîtinek ligel Barzanî pêk anî.
Balyoz kêfxweşiya xwe bi serdana Kurdistanê anî ziman û hêviya pêşketinê ji bo Kurdistanê xwest.
Di hevdîtinê de li ser pêwendiyên di navbera her du welatan de hate rawestandin.
Her du alî li ser wê yekê sekinîn ku pêwendiya di navbera her du welatan de berferehtir bibe.
Balyoz her wiha got, welatê wî amade ye di hemû waran de hevkariya herêma Kuridstanê bike.
Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku ew hez dikin ji ezmûna şarezayên Îmaratê, sûdê wergirin.
Di dawiya hevdîtinê de sefîrê Îmaratê bi fermî serokwezîr dawetî welatê xwe kir.
AVESTA KURD