Serrûpel Nûçe Tirk ji bo firotina xaniyên xwe navê Talebanî û Barzanî bi kar...

Tirk ji bo firotina xaniyên xwe navê Talebanî û Barzanî bi kar tînin

Belav bike

Li gor nûçeyeka rojnameya Starê ya tirkî serokkomarê Iraqê Celal Talebanî li Esenyurtê daîre ji xwe re kiriye û hinek kesên ji familyeya barzaniyan jî çend daîre li heman taxê kirîne. Rojname îdia dike kesê ku li wêderê daîreyekê bikire piştî 12 salan daîreya wî jê re belaş dimîne û diyar dike ku ev ji aliyê aborî ve investmenteka mezin e.

Ji ber ku plan heye Kanal Istanbula ku deryaya Marmarayê bi bogazeka nû bi Deryaya Reş ve girêbide di vê mintiqeyê re derbas bibe û dê balafirxaneyeka nû jî nêzîkî heman herêmê bêt çêkirin xelk hêvî dikin ku bihayê xaniyan li vê taxê pir biha bibe.

Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî nexweş e û Xwedê neke kîjan rojê be dikare wefat bike. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li ser rûyê vê kureya erdê qasê ku ji Kurdistanê û bêrzaneyên Dorê ya li herêma Barzan hez dike ji ti Stenbol û membolan hez nake. Ev propagandayên wiha ji aliyê tirkan ve tenê îstismareka ticarî ye.

Pir normal e ku kurdekê başûrê Kurdistanê jî çi ji familyeya talebaniyan yan ji familyeya barzaniyan be bi hesabekê ticarî li Esenyurtê ji xwe re hinek daîreyan bikire da paşê bifiroşe û jê pereyan qezenc bike.  Nefel