Li gorî nûçeya ANFê, hevserokê KCKê Cemîl Bayik di civîna digel endamên kampanya komkirina îmze bo azadiya Ocalan de li ser pêvajoya çareseriyê li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê daxuyanî da.
Li gorî nûçeyê, Cemîl Bayik diyar kir ku wek KCK gelek hewl dane da ku pêvajoya bidome lê hikûmet tu gavek nehatiye û wiha axivî: “Dewlet û hikûmet tirk bo têkçûna pêvajoyê kar dikin, lewma em di pêvajoyek hestiyar de derbas dibin.”
Bayik destnîşan kir ku heta 1ê Îlona îsal mohmet dabûn hikûmetê lê hikûmetê tu gavek nehavêt û bi pakêtên sextet dixwazin xelkê bixapînin û wiha got: “Dewleta tirk heta niha gavek nehatiye ev jî tê vê wateyê ku naxwazin pirsa kurd çareser bikin û mebesta wan tunekirin e û dixwazin şer bikin. Emê jî xwe li hember vê yekê biparêzin. Lewma em vekişîna gerîla didin sekinandin.”
Hevserokê KCKê her wiha eşkere kir ku eger operasyonên artêşa Tirkiyê li dijî wan zêdetir bibe wê çaxê gerîlayên ku ji Tirkiyê vekişiyane nav xaka başûr dê dîsa bên vegerandin.
Bayik ragihand ku rojhilata navîn pêwîstî bi aramiyê heye û ev jî bi berdana rêberê PKKê Abdulla Ocalan ji aliyê Tirkiyê çêdibe.
Derbarê paşdexistina Kongreya Netewî ya Kurd de jî Cemîl Bayik nêrîna xwe anî ziman û diyar kir ku kongreya netewî daxwaza gelê kurd û xewna sedsale ya gelê kurd e û wiha anî ziman: “Lema divê bê sazkirin. Serok Apo jî dixwaze kongre bê sazkirin û PKK jî bo vê yekê dixebite. Heta niha gelek kêşeyên kongrê hatine çareserkirin û kêşeyên ku mane jî dê bên çareserkirin.”
Bayik ragihand ku divê hêz û partiyên ku beşdarî kongrê dibin biryarên hevbeş bigirin nek partiyek yan aliyek bi tenê biryaran bide û wiha got: “Divê kurd di vê kongrê de ji xwe re pîvanan diyar bikin, stratejiyê darêjin û bi rûyekî nû derkevin holê.”
Tê zanîn, KCKê ku PKKê jî di nav xwe de digire, li ser daxwaza rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja 23ê Adara 2013 agirbest ragihand û 8ê Gulana 2013 dest bi vekişandina hêzên gerîla ji Tirkiye û bakûrê Kurdistanê kir.
Di demên dawiyê de KCKê hikûmeta AKPê bi xemsarî û xapandina kurdan derheqê pêvajoya çareseriyê de tohmetbar dikir û herî dawî jî roja 1ê Îlona îsal wek mohleta dawî bo hikûmetê hatibû destnîşankirin.
Hikûmeta AKP û dewleta Tirkiyê jî ragihandibû, heta niha hêzên PKKê bi tevahî ji Tirkiyê nehatine vekişandin da ku derbasî qonaxek din a pêvajoyê bibin. Rûdaw