Îsa Hiso di 30 tîrmeha borî de, di encama teqandina otombêla wî de li taxeke bajarê Qamişlo jiyana xwe ji dest da.
Hiso di nava tevegera siyasî li Rojavayê Kurdistanê û her wiha PYD de jî, wek kesatiyeke lîbral dihat naskirin.
Wî her tim di gotar û daxuyaniyên xwe de, digot ew digel xebata aştî û siyasî ye û di vê çarçoveyê de dixebite.
Berya ku bê kuştin, Îsa Hiso serdana Tikriyê kiribû û ji bo ku bi rayedarên wî welatî re têkliliyê dane û danûstandinan di navbera wan û PYD de bide destpêkirin, kar dikir.
Tenê çend heftiyan piştî kuştina Îsa Hiso, Hevserokê PYD Salih Mislim çû Tirkiyê û bi berpirsên îstixbarata wî welatî û her wiha yên Wezareta Derve re civiyabû. Çavdêr dibêjin, ev têkilî di encama kar û çalakiyên Hiso de çê bûbin.
Lê belê tevî ku çil roj di ser kuştina Îso Hiso de derbas bûn, jibilî daxuyaniyên di destpêka bûyerê de, heta niha, ne PYD û ne jî asyiş û hêzên wê yên eskerî daxuyaniyên din derxistine û nekarîne kesên teqîn encamdane, aşkere bikin.
Eger lêpirsîn û lêkolîn jî hatibe kirin, PYD û jî saziyên wê, encam ji raya giştî aşkere nekirine.
Lewra pirsa kuştina Îsa Hiso mîna kuştina gelek siyasetmedar û çalakvanên kurd yên din li Rojavayê Kurdistanê, di serê kurdan de bê bersiv maye. Rûdaw