Îro bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li dibitsaneke bajarê Hewlêrê, zingilê sala nû ya xwendinê lê da.
Barzanî di gotarekê de bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û got, Divê Herêma Kurdistanê li Korya binêre û pêşvebirina xwendin, zanist û perwerdeyê li wî welatî ji xwe re bike nimûne.
Serokwezîr Barzanî diyar kir ku, îsal yek milyon û 600 hezar xwendekar li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê berê xwe didin dibistanan.
RÛDAW