Serrûpel Nûçe KCD: Wehşeta 12 Îlonê tu caran nayê jibîrkirin

KCD: Wehşeta 12 Îlonê tu caran nayê jibîrkirin

Belav bike


KCD’ê bi wesîleya salvegera darbeya faşîzan a 12’ê Îlonê de daxuyaniyek da.  Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku 12’ê Îlonê navê demên zor ya ku pêşeroja vî welatî bi zor, zext û zilmê xistiye îpotekê û Tirkiriye nava taritiyê ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ji aliyê rejîma faşîzan a 12’ê îlonê ve her qerekoleke taxê veguhertine îşkencexaneyan û wiha hate gotin: “Di vê dema ku li kolanan ligel hev meş mirovan hate qedexkirin de bi hezaran kes di bin îşkenceyan de hatin derbas kirin û bi sedan seqet man. Hatin gulebarankirin û bi îşkenceyan hatin kuştin. Hatin darvekirin û bi hezaran xistin zindanan.  Di heman demê de xwestin gel di warê çandî û fîzîkî de ji dîrokê paqij bikin.

Di daxuyaniyê de balkişandin ser êrîşa bombeyî ya di 12’ê îlona 2006’an de li Amedê pêk hat û di encamê de 7 jê zarok 10 kes mirin û wiha hate gotin: “Di heman demê de îro salvegera bûyera êrîşa bombeyî ya Amedê ku jê 7 zarok bûn 10 kes hatin qetilkirinê ye.  Li dijî rejîma Înkar û îmhayê têkoşîn bû zemîna sereke ya têkoşîna gelê kurd. Gelê kurd bi hemû derfetên li dijî vê derket û heta niha didomîne.

Cîhan guherî, di zanist û teknîkê de guherîn çê bûn û ligel ku daxwazên gel yên azadî û mafên demokrastîk bilind bûn jî li Tirkiyeyê zîhniyeta desthilatdariya 12’ê îlonê neguherî. Daxuyaniyê wiha berdeawm kir: “Tenê nav û desthiltî guherîn. Ligel ku civak li dijî vê bû, tiştek neguherî. Zîhniyeta îro dibêje zimanê dayikê tune, zihniyeta 12’ê îlonê ye. Zîhniyeta îro êrîşê goran dike, mîrateya 12’ê îlonê ye. Zîhniyeta îro çalakiyên li Stenbol, Enqere û Hatayê asteng dike zihniyeta 12’ê îlonê ye. Zihniyeta ku cudahiyan qebûl nake,  dê ji aliyê Tirkiyeyê ve neyê qebûlkirin.

Evrenên ku êşên mezin bi civaka tirk dan jiyankirin dê wek dîktatorên dest bi xwîn bên bibîranîn û dê wehşeta ku wan pêk anîn dê neyê jibîrkirin. Em kesên ku di wehşeta 12’ê îlonê de jiyana xwe ji dest dane bibîrtînin. Em bang li hemû kesî dikin ku têkoşîna xwe ya demokrastiyê bilind bikin.”ANF)