Ji ber hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ku dê di 21.09.2013’ê de were kirin, navendên xwendinê dibin binkeyên dengdanê, lewma tê gotin ku dê destpêka sala nû ya xwendinê were paşxistin. Lê belê Dr. Îsmet Mihemed ev gotegotên han red kirin.
Dr. Îsmet ji BasNewsê re wiha axifî: ‘’Xwendina îsal di dema diyarkirî 10.09.2013’ê de dest pê dike û hîç biryareke fermî jî bo paşxistinê nîne. Herwiha xwendekarên koçber ên Rojava jî dikarin îsal li gor dîplomayên xwe li dibistanên Herêma Kurdistanê li ser xwendina xwe berdewam bin.’’
Wezîrê Perwerdê da zanîn ku eger dîploma jî bi wan xwendekaran re nebe divê bikevin îmtîhanan û wiha pêde çû: ‘’Me li her sê parêzgehên Kurdistanê sê lijne danîne daku îmtîhanê bi wan xwendekaran bike û li gor puanan xwendekar dê li polên xwendinê bên danîn.’’
Berê her sal dibistan di 1’ê meha 10 de dihatin vekirin, lê piştre bu 15’ê 9 û du sal e jî Wezareta Perwerdê 10’ê meha 9’ê dike yekem roja destpêkirina xwendinê. Lê gelek pirsgirêk derdikevin wek; nedana encama ezmûnan bo xwendekarên ketî, nezanîna ka li kîjan polî rûnin, herwiha berdewambûna germayê û nebûna klîmayan li holên xwendinê, evna çend pirsgirêkên serekî ne. Basnews