Serrûpel Nûçe KCK: Tirkiyê dijmintiya Kurdên rojava dike

KCK: Tirkiyê dijmintiya Kurdên rojava dike

Belav bike


Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û aşkera kir ku, Tirkiyeya ku li her derê li dijî destkeftiyên kurdan derdikeve, Tirkiyeyê vêcarê ev rûyê xwe li Rojava nîşan da.” berxwedana Rojava jî weke “berxwedana baweriyê ya di dîrokê de herî mezin” binav kir.

Daxuyaniya KCK’a di derbarê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd wiha ye: “Li Rojava koma binavê El Nesra ya ku dibêje girêdayî El Qaîdeyê ye, ev hefteyeke êrîşên xwe zêdekirine. Êrîşî gelekî herî mazlûm ê li Rojhilata Navîn ku ne dijberiya tu gelan û hêzên siyasî dike, dikin. Êrîşên ku li ser gelê Kurd ê ku ji bo azadiya xwe û jiyanek demokratîk tekoşîn dide, netenê karê van hêzane ye. Ji ber ku tu xisûmet û dijberiyek ya Kurdan û ne jî tu hêzên siyasî ên Kurd li gel van hêzên êrîşkar nîne. Ji ber vê çendê jî êrîşkirinekî di vê astê de bêgûman çavkaniya xwe ji derve digire. Di bingeh de dewleta Tirk ya ku di dijminahiya li dijî kurdan de serkêşiyê dike, van êrîşan sor dike. Êrîşkar taşeronên Tirkiyeyê ne. Ji herderê mirov anîn, şandina çek û cebilxaneyan, li ser sinorên bajar û navçeyên Tirkiyeyê weke kampên hêzên çekdar û bêhnvedanê, nîşan dide ku ev şer ji aliyê Tirkiyeyê ve tê li darxistin.

LI PIŞT DIJIMINAHIYA EV QAS A LI DIJÎ KURDAN TIRKIYE HEYE

Hêzên êrîşî Kurdan dikin her çendî ku ji xwe re dewleta Sûriyeyê kirine hedef jî, dewleta Tirk berê êrîşan daye Kurdan ku li Sûriyeyê muxalefetên herî demokratîk in. Ev êrîş çavkaniya xwe ji tu pirsgirêkan nagirin. Bi van êrîşan tê xwestin ku ji binî ve xwerêvebirina Kurdan û li ser xaka xwe azad jiyan kirinê ji holê rake. Çi berjewendiyê êrîşkaran ji vê heye? Dijminahiyek ew qas ya li hemberî Kurdan, di çespîne ku li pişt van êrîşan Tirkiye heye. Tirkiyeya ku li her derê li dijî destkeftiyên kurdan derdikeve, Tirkiyeyê vêcarê ev rûyê xwe li Rojava nîşan da.

Niha li Rojava di rastiya xwe de Tirkiye şerê li hemberî hêzên şoreşger dimeşîne. Tirkiyeyê bivê helwesta xwe dijminahiya xwe ya li heberî hemû gelê Kurd û Tevgera Azadiyê  nîşandaye. Li rexmî ku hemû şert û merc guncawin jî bi helwesta dewleta Tirk ya li Rojava diyarbû ku çima dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê ji bo çareseriyê pêngavan na avêje. Bi fikara ku ger Kurdên Rojava statûyekê bidest bixin ‘ez neçarim pirsgirêka Kurd çareser bikim’, ji bo şoreşa Rojava hilweşîne hemû derfetan bikartîne.

BERXWEDANA BAWERIYÊ A DI DÎROKÊ DE HERÎ MEZIN

Hêzên şoreşger ên li Rojava baş dizanin ku, êrîşên van hêzên êrîşkar ne ji ber pirsgirêkekê rû didin, ji bo hilweşandina şoreşa Rojava têne kirin. Hewil didin weke rejima Baas koletiyê li ser gelê Rojava bidin ferz kirin. Ji ber ku li hemberî azadî û xwe rêvebirina gelê Kurd êrîş çêdibe, hêzên şoreşger ên li Rojava jî ji hêza ku ji gel digirin jî bi qehremanî li ber xwe didin. Li hemberî êrîşkarên ku ji gelek hêzan alîkariyê digirin, bi hêza ji gel digirin berxwe didin. Berxwedana ku tê gotin bi diran û neynokê tê kirin îro li Rojava tê meşandin. Li Rojava berxwedana herî mezin ya baweriyê ya di dîrokê de tê jiyan kirin. Gelê Rojava ji tevayî cîhanê da çespandin ku, bawerî û îman dê hemû zor û zehmetiyan derbaz bike.

SERKEFTIN YA ROJAVA YE

Gelê Rojava vê hêza berxwedanê ji mafdariya xwe, heskirina azadiyê û berxwedana ku Tevgera Azadiyê çil sale li Kurdistanê dide meşandin digire. Tevgera Azadiya Kurd ji derketina xwe heya niha hêza xwe ya cewherî esas digire. Li Kurdistanê eger di şert û mercên zor û bê derfetiyê de serkeftin çêbibe, fikir û şêwazê vê îro li Rojuava dikeve pratîkê. Îro li Rojava şêwaza şoreşa Kurdistanê dikeve pratîkê. Şêwazê şoreşa Kurdistanê ku şêwazê di şert û mercên zehmet de serkeftin e, îro li Rojava qehremantiyên mezin derdixe holê. Ger di şert û mercên zehmet de berxwedan çêbibe û şêwazê serkeftinê berdewam bike, bêgûman dê serkeftin bibe ya gelê Kurd ê Rojava.

Berxwedana jiyana demokratîk û azad ya gel, her wiha hêzên şoreşger ên Rojava pêwîste netenê ji bo gelê Kurd, dê bibe hêza azad kirin û afirandina jiyanek demokratîk ya Sûriye û gelên Rojhilata Navîn. Li ser vî bingehî pêwîste gelê Kurd ê hemû parçeyên Kurdistanê û hêzên demokratîk û şoreşger ên Rojhilata Navîn aktîf piştgiriya şoreşa Rojava bikin. Bi şoreşa Rojava re netenê gelê Kurd dê hemû gelê Rojhilata Navîn qezenc bike.” ANF