Serdana Barzanî wê berî lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd be.
Çaverêtêkirin ku kongre di meha pêşiya me de li Hewlêrê were çêkirin.
Weke tê zanîn berê Tikriyê gitibûn ku ew ligel wê yekê ne ku Kongre di bin serokatiya Barzanî de be, piştre PKK di vî warî e hinek astengî derxistin û di derbarê beşdarbûna delegeyan de, û îsrara wê ku ji bakur û rojava ew bi delegeyên zêde tevlî kongrê bibe, û her wiha ji ber hinek sedemên din, kongreya ku wê di Îlonê de bihatiba çêkirin, hate bi paşvexistin.
Serdana vê carê ya Barzanî, wê bêhtir li ser lidarxistina Kongreyê be, ji ber ku Tirkiyê vê dawiyê got ew beşdarî kongreyê nabe.
Berê hatibû diyar kirin, ku hem AKP hem jî hikûmet wê di kongreyê de amade bibin.
Di vê serdana xwe de, wê serok Barzanî ligel serokê Tirkiyê Abdullah Gul û serokwezîr Receb Teyib Erdogan bicive.
Mijara sereke ya hevdîtinên her du aliyan wê pirsa lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurd be, wê Barzanî hewl bide ku Tirkiyê piştgiriya Kongreyê bike û eşkere bike ku Kongre wê dengê Kurdan li hundir û derve bike ye, û bibe pirek di navbera Kurdan û miltên din de, bi taybetî Tirkiyê.
Her wiha wê li ser pêwendiyên di navbera Kurdistanê û Tirkiyê de jî werin gotibêjkirin.
Çaverêtêkirin ku roja 25.11.2013 li Hewlêrê di bin serpereştiya Mesûd Barzanî de Kongreta Netewî were lidarxistin.
AVESTA KURD