Artêşa Azad a Sûriyê herwiha îdîa kir ku rejîma Beşar Esed çekên kîmyayî vediguhêze İraq û Lubnanê. Di vê derbarê de Serokê Encûmena Bilind a Artêşa Azad a Sûriyê Selîm İdrîs doh li Tirkiyê got: ‘’Beşek ji wan çekan gehiştine İraq û Lubnanê.’’
Derbarê rêkeftina Amerîka û Rûsyayê de ya li ser çavdêrikirina çekên kîmyayî yên Sûriyê ji aliyê navdewletî ve, Mixalefeta Sûriyê helwêsta xwe ragehand û got: ‘’Evna tenê dem kuştin e û ne tiştekî din. Herwiha em dê li ser hewldanên xwe berdewam bin bo rûxandina rejîma Esed.’’ Basnews