Serrûpel Nûçe Hevpeyvînek ligel Sekreterê AZADÎ Mistefa Cuma

Hevpeyvînek ligel Sekreterê AZADÎ Mistefa Cuma

Belav bike

Bas: Niha rewşa Rojavayê Kurdistanê çawa ye?
Mistefa Cuma: Bi baweriya min rewşa Rojava gelekî ji ya navçeyên din ên Sûriyê xirabtir e. Sedema wê jî ew e ku PYD serdest e rê nade hîç kesekî ku wek wan nefikire û bi axaftina wan neke. Şer difroşe wan, wan digire û herwiha wan dikuje. Wek mînak di van rojan de li bajarê Efrînê zêdeyî 50 hevalên me û yên El Partî girtine. Bi giştî PYD êrîşî hêz û aliyên din dike, endamên wan digire û malên wan talan dike. Qaşo ew xayîn û kirêgirtî ne, di demekê de ku PYD bi xwe her roj li welatekî wek Tirkiye û Îranê ye û peywendiyan ligel vî alî û wî alî girê dide lê kesên din tohmetbar dike û dibêje filan kes nokerê Tirkiyê ye, yan jî nokerê Îranê ye. Evna sedemên serekî ne ku dibêm rewşa Rojava ne baş e.
-Lê PYD dibêje ku peywendiya we wek Partiya Azadî ligel dijminên Kurd heye, evna heta çi astekî rast e?
Tu bingehekî rast ê van axaftina nîne. Qet têkiliya me ligel Cepheya El Nusra çênebûye û bi wan re rûneniştine, lê berevajiya wê El Nusra çendîn beyanname li dijî Partiya Azadî belav kirine û me wek kafir û sekuler dibîne. Loma axaftinê PYD’ê tenê derew û nerast in û şerfirotine.
-Di vê dema dawî de gelek axaftinên cuda derbarê bûyerên komkujî yên Rojava de hatin kirin, di vî warî de nerîna we çiye?
Derheqa komkujiyê de ew şanda Kongreya Neteweyî ku ji bo derxistina rastiyan çûbû Rojava, nikarî karê xwe bike, ji ber PYD’ê nehişt ku biçin hemû navçeyan. Em înkar nakin ku Cepheya El Nusra, Dewleta İraq/Şam a Îslamî ser bi Elqaîde li dijî Kurdan tawan kirine, lê ya xelet ew e ku PYD’ê xwe kiriye hakim û desthilatdar û yekalî biryara şer û aştiyê dide, ez naxwazin hincetan bo wan tawanan bînim ku li Rojava dijî gelê Kurd tên kirin, lê wek mînak PYD bi ser gundekî Ereban de digire daku ew jî werin şerê Kurdan bikin. Şanda Kongreya Neteweyî jî tenê çû Dêrik û Qamişloyê û nikarî biçe Serêkaniyê û wan cihên komkujî li wan hatiye kirin.
-Wate hun îtîraf dikin ku komkujî hatiye kirin?
Belê kuştina bikom hatiye kirin, wek mînak li cihekî 27 kes hatibûn kuştin, li cihekî din 10 kes hatibûn kuştin, li cihekî din jî 5 kes û li gor agahiyên me bi giştî 67 kes hatine kuştin.
-PYD we bi wê yekê tawanbar dike ku hun fermanê ji PDK’ê werdigirin û li gor şîretên wan tevdigerin, hun çi dibêjin?
Nexêr ew axaftin nerast e. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) wek hêzeke mezin a Kurdî piştîvaniya hemû aliyên Rojava dike. Ew wek Kurd piştîvaniya me dikin û qet ferman nedane, wate ji xeynî piştgiriyeke siyasî ne tiştekî din e. Lê PYD her li wê yekê digere hincetekê li dijî me bibîne. Gerna Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û berpirsên din ên PYD’ê berdewam li Hewlêrê ne, ligel berpirsên PDK’ê dicivin û gelekî ji me zêdetir jî rêz li wan tê girtin.
-PYD îdîa dike ku piraniya Kurdên Rojava piştgiriya wan dikin, gelo rast e?
Nexêr ne wiha ye, ew bi zorê xelkê dibin,wek mînak di van rojan de keç û kurek birine temenê wan 11-12 salî ye, çar keç û kurên din birine. Ew bi zorê û tehdîdan xelkê dibin û her malek divê kur an jî keçekê bide wan. Dibêjin ku ew Kurdistanê diparêzin loma divê her malbateke Kurd kur an jî keçeke xwe bide PYD’ê. Evna jî bi zilm û zorê ye neku bi qenaeta xelkê.
-Gelo hun amade ne ligel PYD’ê rûnin û bi gotûbêjê pirsgirêkên xwe çareser bikin?
Belê em amade ne û ji bo vê mebestê jî bingehek heye ku ew jî rêkeftina Hewlêrê ye. Herwiha ew xalên ku di wê rêkeftinê de biryar li ser wan hatiye dayîn em amade ne cîbicîh bikin. Lê mixabin PYD pêbendê wê rêkeftinê nebû. Wate em ligel wê yekê ne ku divê peywendiyeke baş di navbera partiyên Kurdî de hebe.
-Têkilî û peywendiya we ligel Tirkiyê çawa ye?
Tu peywendiya me ligel Tirkiyê nîne, tenê carekê ez û Serokê El Partî Ebdulhekîm Beşar û Neşet Zaza wek yekîtiya siyasî çûne Tirkiyê û ligel kevnebalyozê Tirkiyê yê Sûriyê civiyan.
-Hun rola Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê çawa dibînin?
Tirkiye dewleteke girîng a navçeyê ye û em bixwazin û nexwazin rola wê di nav pirsa Kurdî de heye. Dema em ligel wan jî civiyan ji me re gotin ku ew ne li djî mafê gelê Kurd in li Rojava bi şertê Sûriye parçe parçe nebe. Bi baweriya min Tirkiye neçar e pirsa Kurd li ba xwe çareser bike û wan hemû çareseriyan jî qebûl bike ku ji bo Rojava û Rojhilatê Kurdistanê têne pêş. Lê em nizanin niha di navbera PYD û Tirkiyê de çi heye û çi diqewime, ji ber Salih Muslim diçe Tirkiyê û em nizanin ka li wir çi dike.
-Lê PYD, Tirkiyê bi wê yekê tawanbar dike ku piştgiriya Cepheya El Nusra û Îslamiyan dike?
Me ev mijar ligel berpirsên Tirkiyê gotûbêj kir û me ew rexne kirin ku piştgiriya Îslamiyan dikin, lê wan red kir û dibêjin ew piştgiriya hêzên radîkal nakin, ji ber ne di xizmeta berjewendiyên wan de ye û tiştekî şaş e.
-Li gor nerîna we divê pirsa Kurd li Sûriyê bi çi awayekî were çareser kirin?
Em pêbendê biryarên Encûmena Bilind a Niştimanî ya Kurdî ne û daxwaza federaliyê dikin. Bi baweriya me divê Sûriye bibe dewleteke federal ji ber ku ji İraqê zêdetir neteweyên cuda têde hene.
-Gelo hun bawer dikin ku mixalefeta Sûriyê daxwazên we qebûl bike?
Nexêr, em çendîn car li ser vê meselê ligel wan axifîne lê belê ew qebûl nakin. Lê qebûlkirina daxwazên me ji aliyê mixalefeta Sûriyê ve bi wê yekê ve girêdayî ye ka çiqasî em yekgirtî ne. Eger em di nav xwe de yekgirtî bin, ew jî neçar in daxwazên me qebûl bikin.
-Dibêjin Umer Osê (parlamenterekî Sûrî ye û Kurd e) di serdana xwe ya vê dawiyê ya Hewlêrê de, peyameke Serokê Sûriyê Beşar Esed ji berpirsên Herêma Kurdistanê re aniye ku qaşo amade ye îtîrafê bi mafên Kurdan bike, hun çi dibêjin?
Belê min jî evna bihîstiye û Umer Osê dibêje Beşar amade ye danûstandinê ligel Kurdan bike. Lê belê çênabe ji bîra me Kurdan biçe, ku Beşar Esed di 43 sal hikmê malbata xwe de tiştek nedane Kurdan. Ez 28 mehan li Şamê girtî bûm û bi saya şoreşa niha azad bûm. Başe çawa Beşar Esed mafê Kurdan dide ku li ser girtina siyasetmedarên Kurd berdewam e û zilmê li Kurdan dike. Çareseriya pirsa Kurd siyasî ye û eger beşar rast dibêje bila di ragehandinê de bi eşkere bibêje ku dixwaze pirsa Kurd çareser bike, bibêje di dema borî de me neheqî li Kurdan kiriye, me mafên wan nedaye û niha em amade ne pirsa Kurd çareser bikin, ger tiştekî wiha kir xwiya ye ku cidî ye.
-Eger Beşar Esed daxwaza gotûbêjê li Kurdan bike, hun amade ne ligel danûstandinê bikin?
Em dibên bila ew rabighîne ku amade ye pirsa Kurd çareser bike, piştre em ê helwêsta xwe diyar bikin.
-Bi baweriya hinek çavdêran, eger tiştekî wiha çêbibe û Beşar tiştekî wiha bibêje karekî başe bo Kurdan ku piştre dibe bingehek bo rûniştina ligel mixalefetê, hun jî di vê baweriyê de ne?
Dibe ku fêdeya wê hebe.
BAS NEWS