Serrûpel Nûçe Parlamentoya Kurdistanê serokê NAVEND xelat kir

Parlamentoya Kurdistanê serokê NAVEND xelat kir

Belav bike
Endamên parlementeya herêma Kurdistanê birêz Awnî K. Bazzaz (YNK), xanim Rozhan Dizayee (PDK) birêz Aram Qadir (komela îslamiya Kurdistanê) û birêz Kardo Mohammed (Goran) di 25.07.2013 hatin serdana „NAVEND- Navenda ji bo Lêkolînên Kurdî“ li bajarê Bonnê û ji aliyê serokê NAVEND Metin Incesu ve hatine pêşwazîkirin.

Di serdanê de li ser NAVEND û xizmeta wê li Almanya ji bo rewenda Kurd hate axaftin.

Weke tê zanîn NAVEND, ji sala 1992 de li Almanya xizmetên mezin di gelek waran de li Almanya ji bo Kurdan kiriye û heta niha dike.
AVESTA KURD