Serrûpel Nûçe Samî Ergoşî: Weke îsbat vîdyo jî heye

Samî Ergoşî: Weke îsbat vîdyo jî heye

Belav bike

Ergoşî got, piştre Noşîrwan Mistefa bi wan pereyan Kompanya Wişe ava kir.

Samî Ergoşî got, hinek kanalên ragihandinê duh roja çarşermê belav kirin ku Nêçîrvan Barzanî ew gotinên wezîrê petrolê yê Kurdistanê Aştî Hewramî, red kirine.

Aştî Hewramî di hevpeyvînekê de ligel Rûdaw gotibû ku Noşîrwan Mistefa 30 mîlyon dolar ji pereyên neftê wergirtine.

Ergoşî got ew nûçe ji rastiyê dûr in, û tu bingehek jêre tune ye û serokwezîr bi tu şêweyan gotinên Aştî Hewramî red nekiriye.

Samî Ergoşî diyar kir ku baweriya serokwezîr gelekî bi wezîrê petrolê Aştî Hewramî heye.

Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîr Samî Ergoşî got, ji xeynî wan pereyên (30 mîlyon dolar) tu pereyekî din li kanaleke medyayê nehatiye xerckirin.

Ergoşî got vîdyo jî heye her kes dikare lê temaşe bike û bi rihetî wan rastiyan bibîne.

AVESTA KURD