Berhem Salih piştî ku îro danê sibehî li binkeyekî dengdanê yê bajarê Silêmaniyê dengê xwe da got: ‘’Xelkê guh li peyamên aliyên siyasî girt, îro roja xelkê ye.’’ Herwiha daxwaz kir ku guh li biryara xelkê bigrin û rêz li dengê wan were girtin.
Îro (21.09.2013) saet 7’ê sibehê proseya dengdana giştî bo gera çarem ya Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir û 2 milyon û 803 hezar kes dikarin dengê xwe bidin. Basnews