Serrûpel Nûçe Serokwezîr spasiya gelê Kurdistanê kir

Serokwezîr spasiya gelê Kurdistanê kir

Belav bike

Teksta peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
Îro hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi dawî bû, sipas bo Xwedê û hemû gelê Kurdistanê ku hilbijartin bi awayekî serkeftî birêve çû û wêneyekî xweşik ji demokratîkbûna gelê me û Herêma Kurdistanê pêşanî hemû cîhanê da.
Bi rastî em serbilind in bi hişyariya gelê xwe. Dengderên Kurdistanê bi awayekî giştî nimûneyeke gelekî paşan dan ku bi awayekî gelekî ciwan beşdarî hilbijartinê bûn. Herwiha bûn sedema wêya ku aliyên siyasî jî bi awayekî sivîl û modern tevbigerin, evna jî nîşaneke gelekî mezin e di pêşketina gelê me de, cihê rêz û jibîrnekirinê ye.
Ez dixwazim sipasiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, asayîş, polîs û hemê hêzên navxwe bikim. Herwiha sipasiya wan rêxistinên sivîl, çavdêrên navxwe û navdewletî dikim ku çavdêriya proseya dengdanê kirin.
Daxwazê ji hemû aliyan dikim ku ve serkeftina gelê Kurdistanê bi tevgereke siyasî ya baş temam bikin û piştî eşkerekirina encaman; bilezînin bo pêkanîna hikûmeteke nû ku hêjayê vê hişyarî û serkeftina gelê Kurdistanê be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
21/09/2013