Ew û şanda ligel beşdarî pêşangeha navnetewî ya bazirganî bû.
Di destpêka hevdîtinê de, cîgirê serokwezîrê Brîtanya Mar Land, kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina hilbijartinan bi şêweyekî demokratîk anî ziman.
Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe ve bal kişande ser serkeftina hilbijartinan û got ku ew kêfxweş in, ku gelê Kurdistanê proseya hilbijartinan bi şêweyekî serkeftî bi rêve bir.
Barzanî hêvî kir ku Brîtanya di avakirin û geşepêdana Kurdistanê de beşdar bibe û ji şîrketên brîtanî daxwaz kir ku werin Kurdistanê û kar bikin.
AVESTA KURD