Di pêşngehê de gelek şîrketên navnetewî yên bazirganî weke pîşesazî, bînasazî, kelûpelê navmalê, kiştûkal, teknolojî… û hwd. ji gelek welatên cîhanê beşdar bûn.
Her wiha konsolên Berazîl, Brîtanya, Emerîka, Nemsa, Portogal, Îran, Urdun, Misir, Îmarat, Tirkiyê û gelek welatên din amade bûn.
Barzanî bersiva pirsên rojnamevanan da û têde kêfxweşiya xwe bi vekirina pêşangehê anî ziman ku pêşangehên wiha aboriya Kurdistanê sal bi sal ber bi başbûnê ve dibe.