“Sonda neteweyî rabû. Em astengên qanûnî yên li pêşiya guhertina navên gundan radikin. Di dibistanên taybet de bi ziman û zaravayên cuda dê perwerde bê dayîn. Vebijêrka 3emîn jî ew e ku benda hilbijartinê tev rakin û derbasî Pergala Hilbijartinê ya Herêma Hatiye Tengkirin bibin. Dibe ku benda hilbijartinê weke ji sedî 10 dewam bike. Dibe ku em bendê daxin ji sedî 5ê û bi komên 5î ve derbasî Pergala Hilbijartinê ya Herêma Hatiye Tengkirin bibin. Ev pakêt ne encama zextekê ye. Ev pakêt ne berhema muzakere û bazariyekê ye. Mafên demokrasî û azadiyê nabine mijara muzakere, bazarî û zextan. Pakêta Demokratîkbûnê ku em îro eşkere dikin, ne pakêta ewil e ne jî dê bibe ya dawîn.” AA