Bi baweriya min, divê Kurd bibînin ku Serokwezîrê Enqereyê wiha li beşekî zêde ya xelkê welatê xwe kiriye ku çaverêya tiştên zêdetir bin. Yên herdem di wê baweriyê de bûn ku Kurd nînin û tenê ‘’Tirkên Çiyayî’‘ ne, niha xwe li beramberî 40 milyon ji wan mirovan dibînin. Herwiha li Başûr û li ser sînorê İraqê jî dewleteke ’‘De-fakto’‘ heye ku bi rêya dewlemendiya petrolê bûye hevbeşekî bazirganî yê girîng bo Tirkiyê.
Min berê li cihekî xwend ku Erdogan ji bo vekirina firokexaneyeke model bilind a navdewletî çûye Hewlêrê. Evna ne cihê ecêbmayînê ye eger em bizanin şirketên Tirkiyê ew proje bi du milyon dolaran çêkirine. Ev pêngav ji bo xelkên biyanî wek îtirafkirinekê bû bi Kurdbûn-Kurdayetî.
Li aliyekî din, piştî wê agirbesta ku Abdullah Ocalan ragehand, wiha dixwiye ku li cepheya Tirkî tevgereke hewqasî zêde nayê xwiyakirin. Tirkiyê dikarî bi çavekî bê alî ezmûnê ji welatên din werbigire. Lê wek mînaka li Îrlandaya Bakur heye, divê hesabê reaksyonê jî were kirin. Her kesek bixwaze ji neaştiyê aştiyê bixulqîne, divê bêhneke wî ya berfireh hebe. PKK ber bi ku ve diçe?
Min carekê di Basê de nivîsî ku peywendiya baş a vê serdema Elmanya ligel Polonya û Fransayê encama hewl û têkoşîneke demdirêj a salên piştî şerê duyem ê cîhanê ye.
Di demekê de ku li New Yorkê nûçeyên heta astekî baş derbarê peywendiyên Îran û Amerîkayê de tên bihîstin, Herêma Federal a Kurdistanê (İraq) derfeteke wêya baştir çêdibe ji bo berdewam be li ser rêya xwe ya bê şîdet. Basnews