
Serxêl Xefar ji ajansa Anadolu re ragihand ku di roja 16ê Adara 1988an de dema rêjîma Sedam Husên bajarê Helece kîmyabaran kir, komek rojnamevanên biyanî ku hejmara wan derdora 20 kesî dibû, xwe gihandin Helebcê û ew karesta ji raya giştî ya cîhanê re veguhestin.
Xefar da znîn, yek ji wan jî rojnamevanên navdarê kurd ê bakûrê Kurdistanê Remezan Ozturk bû ku bi wêneyên xwe karesta kîmyabarana Helecê ji cîhanê re da nasîn.
Rêveberê Monomênta Helebce destnîşan kir, ji ber wê jî biryar hat dayîn peykerek Remezan Ozturk bi awayekî sembolîk li ber avahiya monomêntê bê danîn û bi vê yekê hurmeta keda hemû wan rojnamevanên ku wê demê karesta Helebcê ji cîhanê re dan nasîn, bê girtin.
Li gorî agahiyên Serxêl Xefar, peyker dê di nav çend rojên bê de were danîn.
Rojnamevan û wênegir Remezan Ozturk gelek wêne û foto ji kîmyabarana Helece girtibû ku ya herî navdar wêneya kesê bi navê Omerê Xawer û zaroka wî ya sav bû. Jixwe piştî demekî ew wêne bo sembola kîmyabarana Helebcê.
Ozturk kameraya ku pê wêneyên karesata Helebcê girtibû pêşkêşî Monomênta Helebcê kiriye.
Roja 16ê Adara 1988an, di encama kîmyabarana bajarê Helebce yê başûrê Kurdistanê de herî kêm 5 hezar kurdên bêguneh jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 10 hezar kes jî birîndar bûn. Rûdaw
Rêveberê Monomênta (bîranîn) kîmyabarana Helebe Serxêl Xefar diyar kir ku bo hurmeta wênegir û rojnamevanê kurd Remezan Ozturk û hemû rojnamevanên biyanî yên ku komkujiya Helebce bi cîhanê dan nasîn, dê peykerek Remezan Ozturk li ber avahiya Monomêntê daynin.
Serxêl Xefar ji ajansa Anadolu re ragihand ku di roja 16ê Adara 1988an de dema rêjîma Sedam Husên bajarê Helece kîmyabaran kir, komek rojnamevanên biyanî ku hejmara wan derdora 20 kesî dibû, xwe gihandin Helebcê û ew karesta ji raya giştî ya cîhanê re veguhestin.
Xefar da znîn, yek ji wan jî rojnamevanên navdarê kurd ê bakûrê Kurdistanê Remezan Ozturk bû ku bi wêneyên xwe karesta kîmyabarana Helecê ji cîhanê re da nasîn.
Rêveberê Monomênta Helebce destnîşan kir, ji ber wê jî biryar hat dayîn peykerek Remezan Ozturk bi awayekî sembolîk li ber avahiya monomêntê bê danîn û bi vê yekê hurmeta keda hemû wan rojnamevanên ku wê demê karesta Helebcê ji cîhanê re dan nasîn, bê girtin.
Li gorî agahiyên Serxêl Xefar, peyker dê di nav çend rojên bê de were danîn.
Rojnamevan û wênegir Remezan Ozturk gelek wêne û foto ji kîmyabarana Helece girtibû ku ya herî navdar wêneya kesê bi navê Omerê Xawer û zaroka wî ya sav bû. Jixwe piştî demekî ew wêne bo sembola kîmyabarana Helebcê.
Ozturk kameraya ku pê wêneyên karesata Helebcê girtibû pêşkêşî Monomênta Helebcê kiriye.
Roja 16ê Adara 1988an, di encama kîmyabarana bajarê Helebce yê başûrê Kurdistanê de herî kêm 5 hezar kurdên bêguneh jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 10 hezar kes jî birîndar bûn.
– See more at: http://rudaw.net/NewsDetails.aspx?PageID=21888#sthash.H1PaoBfR.dpuf