Serrûpel Nûçe Êdî dikare navê xwe keça xwe bike Asîwa

Êdî dikare navê xwe keça xwe bike Asîwa

Belav bike

Dîcle Anter berpirsiyarê Sînemaya Yilmaz Guney a Şaredariya Batmanê ye. Anter 2 sal berê xwest ku navê keça xwe bike ‘Asiwa’ lê ev daxwaz ji aliyê Miduriyeta Hemwelatî û Nifusê yê Batmanê ve hat red kirin. Li ser vê Anter ji bo ku di heman demê de hemwelatiyê Swêdê ye ji keça xwe re nasnameya Swêdê girt. Piştî eşkerekirina pakêta demokratîk ê ku astengiyên zagonî li ber herfên Q, X, û W yê radike, anter jî ji bo navê ‘Asîwa’ ji nû ve serî lê dide.

Anter got, ez û jina min ji bo keça xwe Asiwa 3 caran serî li Miduriyeta Hemwelatî û Nifusê yê Batmanê dan. Ji me re naveke ecêp pêşniyar kirin. Gotin bila navê wê ‘Asive’ be. Min ji rayêdaran re gor ev nav tê wateya çi? Ji min re eşkere bikin. Me vê navê bê mene, red kir. Ez dixwazim ku bi besteka demokratîkbûnê navê keça min jî têkeve nasnameyê. Herfên qedexe berê jî li TRT Şeşê hat weşandin. Hela em binerin naveroka besteka nû dê çi qasî bê tijî kirin. Ez ê ji bo vê yekê serî lê bidim. Ger hewce be, em ê li bende dema rewaca pakete bin jî. Heke astengiyek din jî derkeve em ê êdî serî lê nedin. xeberên kurdî