Doh (02.10.2013) Konferansa Ciwanên Cîhanê li Başûrê Efrîqa bi navê ‘Yek Cîhana Ciwan’ dest pê kir û Herêma Kurdistanê bi şandeke 20 kesî beşdarî konferansê bû. İdrîs Nêçîrvan Barzanî wek nûnerê şanda Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û li ser girîngiya perwerde û fêrkirinê ji bo zarok û ciwanên cîhanê rawestiya.
Di gotara xwe de ku bi zimanê İngilîzî pêşkêş kir, İdrîs Barzanî got: ‘’Di serdema Sedam Hiseyn de Herêma Kurdistanê rûbirûyê gelek nexweşiyan bû, lê di van 10 salên borî de kariye xweşguzarî û aramiyê bidest bixe û em neçar bûn ji sifrê dest pê bikin, bingehê hemû tiştekî deynin bi taybetî jî di warê xwendin û perwerdeyê de.’‘
İdrîs Barzanî wiha axifî: ‘’Hêvîdar im vê konferansê wek firsetekê bikar bînin bo çareserkirina pirsgirêkên di warê perwerdê de li wan navçeyên ku hê ji nû ji krîz û nakokiyan rizgar bûne.’‘
Barzanî bal kişand ser vegera Kurdên li derve ku niha vedigerin Kurdistanê û wiha pêde çû: ‘’Mafê wan e ku ji bo zarokên wan sîstemeke baş a perwerdeyê hebe, evna jî girîng e ji ber sermayeya di perwerdeyê de bê razandin, sermaye ye bo paşerojê.’‘
Barzanî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Divê evna jî her tim li bîra me be ku bav, bapîr û dayîkên me xebat kirine ji bo wê derfeta îro heye, bo me misoger bikin.’‘Barzanî di dawiya gotara xwe de bi zimanê Kurdî got ’‘Zor sipas’‘ û axaftina xwe qedand.
Evna cara yekê ye ku Herêma Kurdistanê tevî vê konferansa navdewletî dibe ku nûnerên 190 welatên cîhanê beşdar bûn. Zêdeyî 1000 serkirdeyên ciwan beşdarî vê konferansê bûne û çar rojan berdewam dike.
Li gor çavdêr û kesên nêzîkê İdrîs Barzanî yê kurê Mela Mistefa Barzanî, ev gotara İdrîs Nêçîrvan Barzanî gelekî dişibiya gotarên kalikê wî İdrîs Barzanî. Basnews