Serrûpel Nûçe Mişel Temo qurbanekî Faîlî Mechul li rojava (Vîdyo)

Mişel Temo qurbanekî Faîlî Mechul li rojava (Vîdyo)

Belav bike


 

Kuştina Mişel Temo weke şokekê bû ji bo Kurdên rojavayê Kurdistanê.

 

Heta niha jî hinek hene bawer nakin ku ew hatibe kuştin, wî ji xwe re rêberê doza Kurd li rojavayê Kuridstanê dibînin.

 

Mişel Temo di sala 1957’an de li gundekî biçûk li herêma Dirbêsiyê hatiye dinyayê.

 

Wî di sala 1980’î de li zanîngeha Helebê xwendina endezyariya çandiniyê qedandiye. Ji sala 1972’an û vir ve tevlî çalakiyên tevgera kurdî bûye. Ew yek ji wan kesan e ku Navenda Celadet Bedir-Xan a Rewşenbîrî li Qamişlo sala 2000 ava kiriye.

 

Wî di sala 2005 de, Partiya Şepêla Pêşerojê a Kurdî li Sûriyê ava kiribû.

 

Mişel Temo, gelek caran ji ber çalakî û bîr û baweriyên xwe ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyê ve hatiye girtin û rastî gelek rengên îşkenceyê hatibû.

 

Cara dawîn ew di sala 2008 de hatibû girtin û bi 3 salan hatibû cezakirin.

 

Mişel Temo, di navbera tevgera Kurdî û opozîsyona erebî de, weke pirekê bû û her demê hewl dida ku pirsa Kurd bi aliyên erebî bide nasandin û bi wan bide qebûlkirin ku Kurd li Sûriyê miletekin û mafê wan heye weke miletê Ereb li ser axa xwe bijîn.

 

Mişel Temo, ew kesayetiya karîzmatîk bû, ku Kurdên rojava bi çavê serkirdeyê pêşerojê yê xwedî bandor lê dinêrin. 

Pirsa ku di serê her kesî de heta niha bêbersiv maye, ew e, gelo kê Mişel Temo kuşt û çima ew hate kuştin.

 

Hevalên wî yên herî nêzîk ku bi wî re siyset kirine behsa dilsoziya Mişel di nava kar dikin û dibêjin ku ji destpêka şoreşa Sûriyê de ew ligel ciwanan bû û her demê bi hevrêziya Ciwanên şoreşê re li pêş bû.

 

Ew di sala 2011 de cara yekemîn rastî suikastekê hat, xwestin wî bikujin, lê ew rizgar bû. Ji dema ku ew ji zindanê derket û heta kuştina wî ew her demê dihate tehdîdkirin, êdî gihişte radeyeke wiha ku nikaribe li mal bimîne û her demê xwe li malan veşêre.

 

Di 7 meha 10 sala 2011, dema ku wî xwe li malekê veşartibû, 4 kesên çekdar, êrîşî wê malê kirin, kesên ku di malê de bûn dabe ber sîlehan, ew kuştin û kurê wî Marsêl û endama Partiya wî Zahîde Reşkêlo jî birîndar kirin û ji cihê bûyerê reviyan.

 

Heta niha jî, ne kujer hatine girtin, û ne jî dosya kuştina wî hatiye vekirin.

 

Mişel Temo, weke gelek kesayetiyên siyasî yên Kurd li rojavayê Kuridstanê bû yek ji qurbanên cînayetên Faîlî Mechûl, yanî Kujer nenas.

 

Kê Mişel Temo kuşt û çima kuşt? Heta niha jî kesekî bersiva van pirsa nedîtiye.

Dilbixwîn Dara-Rûdaw