Fermandarê NPG Mûrad Karayilan, bi rêya cîhaza ragihandinê ji gerîlayên li Bakurê Kurdistanê re axivî û diyar kir ku pêvajo hatiye asteke krîtîk. Karayilan destnîşan kir ku ew neçar hatine hiştin ku vekişînê rawestînin.
Ji bo pêkhatina çareseriyê Karayilan bal kişand ser sê xalên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kiriye û anî ziman ku ewê helwesta xwe ya li pêşberî pakêta Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di 30’ê Îlonê de aşkera kir, di rojên pêş de bi deklarasyonekê ji raya giştî re aşkera bikin.
DI ASTA YEKEMÎN DE ME WEZÎFEYÊN DIKETIN SER MILÊ XWE BICIH ANÎN
Karayilan wiha peyivî: “Hemû hevalên li qada Bakur, ji bo heta Cotmehê vekişin ferman girtin. Fermana hat dayîn wiha bû. Ji bo serketina pêvajoyê me wezîfeyên xwe bicih anînin û me pêvajo dan meşandin. Em ji dil nêzî pêvajoyê bûn û durust bûn. Eger bi rastî dewlet Tirk hebûn û vîna gelê me qebûl bikira, dest ji siyaseta înkarê berda û li gorî çarçoveya destpêkê ya Rêberê me bi nameyên ji me û wan re şandî tevbigeriya, em ji bo çareseriyeke mayînde amade bûn. Rêberê me ev name hem ji me re hem jî ji dewleta irk re şandibû. Me di nava xwe de nîqaş kirin; ya rast me bi hêsanî biryar nedan. Lê di encamê de me biryar dan beşdar bibin. Dewleta Tirk jî da xuyakirin ku ew jî beşdarî çareseriyeke di vê çarçoveyê de dibe. Heyeta çû gel Rêberê me, bersiveke erênî da. Di wê nameyê de pêvajoya çareseriyê weke sê qonaxan dihat nirxandin; di kîjan qonaxê de kî yê çi bike, pêvajoya çareseriyê dê çawa bimeşe, dihatin ravekirin. Wan jî, me jî ji vê nameyê re gotin ‘erê.’ Me wezîfeyên di asta yekemîn de diket ser milê me, bicih anîn û dewam kirin. Lê wan pêwistiyên berpirsyariyên xwe bicih neanîn û me li dewletê nihêrîn ku qet ne di wê astmosferê de ye.”
TI GAVEKE BAWERIYÊ BIDE, NEHAT AVÊTIN
Karayilan da xuyakirin ku dema hêzên gerîla vedikişiyan, dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ji bo çareseriyê ti gaveke ku baweriyê bide afirandin neavêt, berevajî ket nava pratîkên tên wateya amadekariya şer û vê yekê jî rê li ber fikarên cidî vekir.
Karayilan diyar kir ku eger behsa hêdîbûna vekişînê tê kirin, sedema vê ne ew lê pêkanînên AKP’ê ne û got, “Rast e, aliyê dewletê ji bo vekişîna hêzên me operasyonên tinekirinê rawestand. Lê belê ji bilî vê ti tişt nekir. Berevajî, qereqol, rê, bendav çê kir û hejmara cerdevanan zêde kir.”
Karayilan bi van gotinan nîşan da ku zimanê dewlet û hikûmetê nehatiye guhertin: “Zimanê ku bikar dianîn jî neguherandin. Dijberiya xwe ya li hemberî tevgera me dewam kir, tecrîda li dijî Rêberê me dewam kir. Siyasetmedarên Kurd ên dîlgirtî, ku ti helwesteke wan a derveyî qanûnî nebû, nehatin berdan. Gelo bawerî dê çawa derkeve holê! Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ti gavên ku baweriyê biafirîne neavêtin, di ser de ket nava hewldanên rê li ber fikaran veke. Derketina rewşeke bi vî rengî ya gumanbar, gelekî girînge. Bêguman kes ne zarok e. Li pêşberî vê, hêdî û giranbûna vekişînê jî rewşeke xwezayî ye.”
EGER DEWLET GAV BIAVÊTA, DIKARÎ REWŞEK CUDA DERKETIBA HOLÊ
Karayilan diyar kir ku eger dewletê gav biavêta rewşeke cuda dikarî derketibûya holê û got, “Heta meha Cotmehê vekişîna hêzên gerîla bi rastî jî karekî zor û zehmet bû. Lê belê Rêberê me xwest; dewletê jî heman daxwaz kir. Me jî zor da xwe û gotin, ‘Em bi lez bû bez vê bicih bînin.’ Lê belê dewletê der heqê vê de ti biryar nestend. Ti bingeheke qanûnî ya vekişîna me nebû. Diviyabû meclîsê biryar bigirta, lê negirt. Eger biryar bigirta, rê vebûya, wan jî berpirsyariyên xwe bicih bianiyan û ji aliyê xwe ve gav biavêtina, rewş dikarîbû cuda bûya.”
VEKIŞÎNA JI DÊRSIM Û DERYA REŞ HÊSAN E?
Karayilan ragihand ku ji bo serketina pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, hêzên gerîla bi ked û fedakariyeke mezin ji qadên mîna Dêrsim û Derya Reş jî vekişiyane û destnîşan kir ku ev keda mezin nehatiye dîtin, vîna gelê Kurd nehatiye naskirin û bi çavê koleyan li Kurdan hatiye temaşekirin. Karayilan got, “Me agirbest îlan kirin û xwestin pêvajoyeke ji dil bidin destpêkirin. Me dest bi vekişîna hêzên xwe kir. Ne hêsan e; ji Dêrsim, ji Derya Reş, ji Torosan mirov dikevin rê û xwe digihînin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ev bi serê xwe kedeke. Di ti axaftinên rayedarên AKP’ê de hurmetek ji bo vê kedê nîne. Halbûkî di vir de hewldaneke mezin a ji bo çareseriyê heye. Yanî her tiştên ji bo çareseriyê înkar dikin. Li gorî mejiyê wan Kurd kole ye; Dibêjin, ‘Ji Dêrsimê, ji Derya Reşê heta Hewlêrê meşiyan, çi bûye! Kurd e, dê bimeşe.’ Tiştekî hêsane gelo bicihanîna ewçend berpirsiyariyên biryarê. Lê belê ji ber ku Kurdan weke mirovan nabînin, ne xema wan e.”
ERDOGAN LI GORÎ XWE TESPÎTAN DIKE, KEDÊ ÎNKAR DIKE
Karayilan îdîaya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ku digot, ji sedî 20 vekişiyane, weke “înkar”ê bi nav kir û got, “Înkar dikin. Dibêjin ji sedî 20 vekişiyane. Tu ji ku dizane vekişiyane yan venekişiyane! Tu ji ku dizane çiqas jê vekişiyane Rojhilatê Kurdistanê yan jî devereke din. Tu tenê yên hatine Metîna tespît dikî. Yanî li gorî xwe tespît û înkariyê dikin. Ji xwe Kurd û Kurdistanê înkar dikin; keda mirovê Kurd înkar dikin; Rêberê Kurdan înkar dikin.”
RÊ NEHAT PAQIJKIRIN
Karayilan anî ziman ku paqijiya rê ya ji bo pêvajoya çareseriyê hatibû destnîşankirin nehatiye kirin, Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) û şertên Ocalan nehatine guhertin. Karayilan da xuaykirin ku pêwistî bi guhertina mejî heye û got, “Ev Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê, ne qanûneke li dijî terorê ye, qanûna li dijî Kurdan e. Ji bo rêveçûna vê pêvajoyê, mirovê destpêkê yê berpirsyarî girtiye ser milê xwe Rêber Apo ye. Tecrîda li hemberî wî jî dewam dike; parêzer jî nikarin wî bibînin. Di vê pêvajoyê de bi awayekî zelal derket holê ku dewlet der heqê pirsgirêka Kurd de çi difikire, xwedî mejiyekî çawa ye. Di vê pêvajoyê de, dibe ku di hin qedemeyên dewletê de guhertin çê bûye, lê tê dîtin ku di mejiyê hikûmeta AKP’ê de ji bo çareseriya pirsgirêkê ti guhertin derneketiye holê.”
PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DI ASTEKE KRÎTÎK DE YE
Mûrad Karayilan diyar kir ku pêvajoya çareseriyê hatiye asteke krîtîk û diyar kir ku ew neçar hatine hiştin ku pêvajoya vekişînê rawestînin û ji bo rêveçûna pêvajoyê bal kişand ser çarçoveya nû ya Ocalan ji bo pêvajoyê destnîşan kiriye. Karayilan got, “Pêvajo di asteke krîtîk de ye. Vekişîn ji xwe rawestiya. Dewletê em neçar hişt ku biryareke wiha bigirin. Berpirsyar hikûmeta AKP’ê ye. Eger sibê ev pêvajo xera bibe, berpirsyar ne em in. Ji bo rêveçûna pêvajoyê Rêberiyê çarçoveyeke nû pêşniyar kir. Li gorî vê çarçoveyê divê beriya her tiştî pêvajoya diyalogê veguhre muzakereyê, pêvajo li ser vê bingehê bi formateke nû bê meşandin. Bi vê ve girêdayî di bin sê sernavan de ev yek destnîşan kir: Ya yekemîn, divê di hevdîtinên ji niha û pê ve de, heyeteke serbixwe ya çavdêr amade be. Hêzek hewce ye ku yên biryarên di muzakereyan de bicih nînin hişyar bike. Ya duyemîn, ji bo çareseriya pirsgirêkê guhertinên pêwîst ên qanûnî û destûra bingehînî werin kirin. Û ya dawî jî, ji bo serketina pêvajoya hevdîtinan, şert û mercên Rêberiyê werin guhertin. Eger di van her sê mijarên girîng de gav bên avêtin, dê pêvajo bimeşe. Di rewşeke berevajî de dê pêvajo bi temamî bixetime.”
PAKÊT, PAKÊTA KU PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ VALA DERDIXÎNE YE
Karayilan bersiv da daxuyaniya Erdogan ya wekê ‘pakêta demokratîkbûnê’ ne encama bazarê ye û got: “Pakêt ji xwe ne pakêta çareseriyê ye. Erdogan dibêje pakêt li ser daxwaza kesî çênebûye. Ji xwe ev pakêt ne pakêta çareseriyê ye. Vê pakê pêvajoya çareseriyê vala derxist. Vê pakêtê ev zihniyet daye dest. Derket holê ku di zîhniyeta wan de çareserî nîne. Derketiye holê ku zihniyeta wan kurdan qebûl nake. Naxwazin navê kurdan jî bêjin. Erdogan li ser vê pakêtê 45 deqeyan axivî lê yek gotinekê de kurd tune bû. Ev sale em vê zîhniyetê nas dikin.
DIVÊ PÊNGAVÊN QANÛNÎ Û MAKEQANÛNÎ BÊ AVÊTIN
Karayilan destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoya çareseriyê divê pêngavên pêwist bên avêtin û bi pakêtên yekalî çareserî pêk nayê û got: “Ji vir şûnde divê hikûmet ji bo çareseriyê pêngavên qanûnî û makeqanûnî bavêje. Pirsgirêka kurd bi pakêtên li ser linga hatiye amadekirin nayê çareserkirin. Ev pakêt valane.
Karayilan bi lêv kir ku bi zîhniyeta heyî çareserî ne pêkane û perwerdehiya zimanê dayikê şertê yekemîne û got: “Li Kurdistanê perwerdehiya zimanê dayikê tune, dewlet ne du ziman be dê çareserî çawa pêk were. Ger qedexe li ser ziman bidome dê çawa çareserî pêk were? Di serî de serokî û hemû girtiyên ji azadiyê têkoşîn dane azad nebe dê çawa çareserî pêk were? Ger ku gelê kurd xwe bi xwe rêve nebe û bajarên xwe bi xwe bi rêve nebin dê çawa çareser bibe? Pir vekirî xuyaye ku li Tirkiyeyê guherînek çêbibe.”
HELWESTA TEVGERÊ DÊ BI DEKLARASYONEKÊ BÊ AŞKERAKIRIN
Karayilan got ku di rojên pêş de dê helwesta tevgera azadiya kurd bi deklerasyonekê bê aşkerakirin û got: “Çend rojên din dê rewş bê şopandin. Hink dibêjin ‘dixwazin nîqaş bikin, ji Ocalan agahiyê dipên.’ Ne wisa ye. Em dixwazin hîn bibin ku dewlet dê di rojên pêş de çi bike. Ji ber ku hinek hişyarî hatin kirin. Di rojê pêş de bê guman ev mijar dê bên nîqaşkirin û tevgera me dê bi deklerasyonekê helwesta xwe aşkera bike. Xuyaye ku dewlet ji bo çareseriyê qanûnên pêwist aşkera neke, wê demê em dê qanûnên xwe îlan bikin. Niha pêvajoya tê jiyîn, tê vê nokteyê. Ji ber vê jî rojên wisa bo pêvajoyê girîngin.
DI NAVBERA EL QAÎDE Û TIRKIYEYÊ PEVÇÛNEK HEYE
Karayilan got li dijî îlankirina agirbestê, Tirkiye li dijî Rojava ketiye şer û balkişand ser têkiliyên Tirkiyeyê yên bi El Nusra re: “ Me agirbest îlan kir, wan jî li dijî Kurdistana Rojava şer îlan kirin. Hinek çeteyên çekdar rêxistin dikin û bi rêve dibin û li Rojava şer pêşve dibin. Em dizanin çeteyên El Nusra û çeteyên çekdar li ku hatine avakirin. Delweta tirk bi riya wan şer dan îlankirin. Ji ber ku naxwazin gelê kurd li wir bigihêjin mafê xwe. Niha gelê Sûriyeyê ketine pêvajoya ku bajarên xwe bigirin dest ye. Gelê Kurdistanê dixwaze li bajarên xwe pergala xwe ava bikin.”
Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser îdiaya ku êrîşa Reyhaniyê El Qaîdeyê girtiye ser xwe de got êrîş pevçûneke di navbera El Qaîde û Dewleta Tirk de pêk hatiye û got: “Ev çend roje li dijî Eniya El Nusra daxuyaniyan didin. Ji ber ku êdî vî barî nekarin rabikin. Gelo dê bi rastî AKP têkiliya xwe bi El Nusra re qut bike an na. Em bi vê ne bawerin.
Bi awayekî fermî wekê ku jê hatibin qutkirin xuya bikin jî, lê hinek kademeyên dewletê têkiliya xwe dê bidomînin. Ji ber ku li Tirkiyeyê giraniya wan, kadro û cihên wan hene. Ji bo ku nîşan bidin têkiliya wan bi giştî hatiye qutkirin bide baskekî El Qaîdeyê bûyera Reyhanli girt ser xwe.
LI ROJAVA ŞEREKÎ GEL Ê BI RASTÎ TÊ MEŞANDIN
Karayilan li ser navê Navenad Parastina Gel berxwedana YPG’ê ya li Rojava silav kir û daxuyaniyên ku dibêjin HPG çûye Rojava derewand. Karayilan diyar kir ku ev îdîa bi armanca sergirtina berxwedana YPG’ê tên kirin û destnîşan kir ku YPG ji ciwanên Rojavayî pêk tê û li wê derê şerekî gel ê rastî tê meşandin. Karayilan got, “Berxwedana YPG’ê ya li Rojavayê Kurdistanê, ji nû ve nivîsandina dîrokê ye. Berxwedaneke lehengî ye. Sekneke bi rûmet û bi nirx e. Weke Fermandariya Navenda Parastina Gel, em wan silav dikin û pîroz dikin. Berxwedana wan berxwedaneke ji dil e. Lê hin derdor wer nîşan dide ku dibêjin em çûne wê derê şer dikin. Na. Diyar e ku hêza me li ku ye; çapemenî jî dikare were bibîne. Tiştekî wiha nîne. Bingeha rêxistinbûyî ya gelê me yê Rojava ji berê ve heye; ezmûna wan heye, têra xwe dikin. Daxuyaniyên ku dibêjin HPG çûye wê derê, ne rast e. Vê yekê, ji bo ser têkçûna xwe binixumînin dibêjin. Vê yekê ji xwe re dikin sedem. Zarokên bi nirx ên gelê Rojavayê Kurdistanê xwe bi rêxistin kirine û axa xwe diparêzin. Mijareke din ew e ku li wir ne tenê YPG, tevahiya gel şer dike. Şerekî rastî yê gel li wir heye. Li pêşberî vê vînbûyîna gel, hemû hewldanên dewleta Tirk û rêxistinên çete yên êrîşkar, têk çûne.”
TI NIYETA ME YA XERAKIRINA AGIRBESTÊ NÎNE
Karayilan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ti niyeta wan a xerakirina agirbestê nîne, lê belê pevçûneke ji ber operasyoneke dewleta Tirk, ev pêvajo dikare xera bibe. ANF