Di destpêkê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî baş in û got NY dikare roleke baş bilîze di alîkarîkirina herêma Kurdistanê de, ji bo ku ew bikaribe projeyên xwe yên geşepêdanê bi cih bike.
Piştre her du alî li ser pêwendiya di navbera Hewlêr û Bexdayê rawestiyan û nûnerê NY diyar kirku ew amade ne ji geşepêdana herêma Kurdistanê re bibin alîkar.
Nûnerê NY spasiya herêma Kurdistanê kir ji bo ku nêzîkî 235 hezar penaberên Sûriyê li xwe xwe bi cih kirin. AVESTA KURD