Serrûpel Nûçe Asayîş d demeke nêzîk nava eşkere dike

Asayîş d demeke nêzîk nava eşkere dike

Belav bike

Di beyannameya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de ku kopiyek ji BasNewsê re hatiye şandin wiha tê gotin: ‘’Piştî şeş salan ligel ku hemû hewldanên terorîstan ên têkdana aramiya Kurdistanê hatin pûçkirin, dîsan jî hinek terorîstan karîn di dawiya meha borî de wan asankariyên di hatina hevwelatiyên navçeyên din ên İraqê de wek firset bikar bînin û bikevin nav herêmê.’‘

Di beyannameyê de tê gotin ku armanca terorîstan ew bûye bikevin hundirê avahiya asayîşê û wiha berdewam dike: ‘’Lewma du otomobîl li ber deriyê asayîşa Hewlêrê teqandin û piştre 2 xwekujên din bi çek û kemerên TNT xwestin fêdê ji herdu teqînan bibînin heta ku bigihin hundirê asayîşê, lê efserên qehreman ên asayîşê rûbirûyê wan bûn û nikarîn bigihin armanca xwe û hemû terorîst hatin kuştin û hewldana wan hat pûçkirin.’‘

Beyanname wiha berdewam dike: ‘’Ev qehremaniya karmendên asayîşê bi xwîna 7 karmendên qehreman û herwiha birîndarbûna 72 kes ji karmendên asayîş, polîs, tendirûstî û agirvemirandinê bi dawî bû. Qehremaniya wan 7 şehîdên asayîşê helwêsteke dîrokî û mînak bû û qet ev xweragiriya wan ji bîra gelê me naçe.’‘

Li gor beyannameyê her piştî bûyerê yekser ji aliyê pisporan ve lêkolînê dest pê kiriye û bi hevkariya hevwelatî û dilsozan encamên baş hatine bidestxistin. Encûmena Asayîşê eşkere kir ku darêjer-plandaner û hevkarên kiryara terorîstî hatine girtin û îtîraf bi tawanên xwe kirine.

Beyanname wiha bi dawî dibe; ‘’Ev terorîstên han ser bi Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê ne û lêkolîn berdewam in. Em ê di demeke nêzîk de hevwelatiyan ji naveroka lêkolînan agahdar bikin. Wek asayîşê em ê bi hemû şiyana xwe li dijî dilnexwaz û terorîstan têbikoşin û bila dilê hevwelatiyan di cîh debe. Herwiha bi hevkariya xelkê Kurdistanê dê ev herêm her aram bimîne û bi istiqrar bimîne.’‘ BAS