Komîteya rêveberê ya PKK bi helkefta 15emîn slavegera derxistina serokê partiya xwe Ebdila Ocelan ji Sûriyê, di daxuyaniyekê de bal kişande ser mijara Kongreya Neteweyî ya Kurd ku heta niha jî nediyar bê kengî wê li dar keve.
Di daxuyaniyê de hatiye ku, Di vê qonaxa girîng a dîrokê de, Kongreya Neteweyî ya Kurd, firsendeke mezin e ji bo avakirina jiyana azad û wekhev a gelên herêmê.
PKK her wiha bang li hemû hêzên hêzên Kurdistanî dikin û di serî de PDK, Goran û YNK ku li ser bingeha berjewendiyên neteweyî nêzî Kongreya Neteweyî bibin û vê kongreyê bikin bingehek xurt ji bo azadî û yekitiya neteweyî. Rûdaw