Serrûpel Nûçe Bila Pêvajoya Aştiyê xerab nebe

Bila Pêvajoya Aştiyê xerab nebe

Belav bike


Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî dibêje, “ Pêvajoya aşitî û çareseriyê ji bo pêşeroja gelên Tirkiyê  pêvajoyekê dîrokî ye. Divê ev pêvajo rastî xetimandinê neyê. Divê herkes di vê mijarê de bi hesasî û berpirsiyarî tevbigere. Divê dema ku biryar tên girtin, 40 car alîgiran bifikirin û paşê biryara xwe bidin.

Elçî  got, “Divê hikumet li gor bendewariya gelê tewdirên xwe bigire û ji xwe raporên mirovên aqilmend jî bendewariyên gelê Kurd danîn holê.”

Elçî axaftina xwe wiha domand, “ Divê makezagona demokratîk, perwerdehiya bi zimana zikmakî,  mafê darizandina adîl, qanûna têkoşîna dijî terorê hêj bi cidiyet bên fikirîn û gav bên avêtin. Em, ji geşedanan xemgîn dibin. Em bangî dewamkirina pêvajoyê dikin. Çi dibe bila bibe divê çek dîsa nekevin dewreyê. Divê di rêyên demokratîk de bê israr kirin. Dîve herkes tiştên ku dikevin milên xwe bikin.” Xeberên Kurd