Di sala 1989 de, li Viyena serkirdeyê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo, di dema hevdîtinekê de ligel şandeke Îranî, rastî êrîşeke çekdarî hatibû.
Qasimlo di wê êrîşê de, hatibû kuştin.
Yek ji wan kesên ku êrîş kiribûn, navê wî Muhammed Cafer Sahrarudi bû, ew birîndar bûbû. Piştre destûr dabûn ku ew biçe Îran.
Niha ew kes bûye rawêjkarê serokê parlamentoya Îranê Ali Laricanî ye.
Rêkxistina Mucahîdî Xelq ya Îranî di malpera xwe de li ser înternetê nivîsand ku
Muhammed Cafer Sahrarudi li Cenîvê ye. Weke tê zanîn Qasimlo roja 13 Tîrmeha 1989 hatibû kuştin.AVESTA KURD