Serrûpel Nûçe “Tirkiyê ne li dijî Otonomiya Kurdên Sûriyê ye“

“Tirkiyê ne li dijî Otonomiya Kurdên Sûriyê ye“

Belav bike
Şanda Kurd ku ji sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El Partî) Dr. Ebdulhekîm Beşar, Sekreterê Partiya Yekîtîya Kurd li Sûroyê Birahîm Biro û berpirsiyarê pêwendiyên derve di Encumenê de Mustafa Sino  pêk hatibû, ji aliyê wezîrê derve yê Tirkiyê ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de li ser beşdarbûna Konferansa Cenêv 2, pêwendiyên di navbera hikûmeta Tirkiyê û Kurdên rojava de, rewşa Sûriyê bi giştî û gelek mijarên din hate rawestandin.

Aliyê Kurd di hevdîtinê de diyar kir ku ew dixwazin pêwendiyên wan ligel Tirkiyê baş bin û daxwaz kirin ku deriyên sînor ji bo alîkariyên însanî werin vekirin û Tirkiyê piştgiriya Kurd di konferansa Cenêv 2 de bike.

Birahîm Biro diyar kir ku hevdîtina wan baş derbas bûye û Ahmet Davutoglu ji wan re gotiye ku Tirkiyê bi her awahî piştgiriya mafê Kurdan li rojava dike û ew ne li dijin Kurd li Sûriyê mafê Otonomî bi des bixin.

Li gora Biro, davuoglu gotiye Tirkiyê ji bo mafê Kurdan garantiyeke mezin e.

Li ser vekirina sînor jî, wezîrê derve yê Tirkiyê gotiye ku ew amade deriyê sînor li Kobanî vekin, bi şertê ku kontrola derî di bin kontrola wan de be.

AVESTA KURD