Hemwelatiyê ji Kobanî diyar kir ku ew gelekî ji Ahmed Turk hez dike û gelekî rêza wî digire û lê gelekî xemgîne ku paşnavê wî Tirk e, hêvî kir ku ew paşnavê xwe biguhere.
Ahmed Turk jî ji aliyê xwe bi nezaket û bi rûyekî li ken bersiva hemwelatiyê Kurd da.
Şanda KCD û Partiya BDP, ji bo serxweşiya malbata Salih Mislim îro roja înê çû Kobanî.
Kurê hevserokê PYD Salih Mislim di şerekî de bi çekdarên Îslamî de li Girê Spî jiyana xwe ji dest dabû.
AVESTA KURD