Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (12.10.2013) li havîngeha Mesîf a Hewlêrê derheqê encamên lêkolîn û lêpirsînên derbarê teqîn û êrişên roja 29ê îlona îsal ên li dijî hêzên asayişê li Hewlêrê agahî da rojnamevanan.
Mesrûr Barzanî diyar kir ku 3 kes ji encamderên teqînên Hewlêrê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ve hatine girtin ku hemû ereb û endamên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê ne.
Barzanî da zanîn, ew otomobîlên ku li ber avahiya asayişê li Hewlêrê hatin teqandin li Kerkûkê hatibûn kirrîn, li Mûsilê hatibûn bombekirin û “ji valahiya ewlehiyê” sûd wergirtibûn û ji Mûsilê derbasî nav Hewlêrê kiribûn.
Şêwirmendê encumena asayişê her wiha eşkere kir ku tu kurdek beşdarî teqîn û êrişên terorîstî yên Hewlêrê nebûye.
Di civîna rojnamevaniyê de her wiha wêneyên sê kesên ku ji ber teqînan hatine girtin jî hat belavkirin.
Tê zanîn, di teqîn û êrişên xwekujî yên roja 29ê îlona 2013 de li Hewlêrê, 7 karmendên asayişa Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn û 72 kes jî birîndar bibûn. (Rûdaw)