Tê bîra min, di sala 1991 de, azadiya başûrê Kurdistanê bûbû rojeva hemû kurdan li seranserê Kurdistan û cîhanê, lê niha ew guhdan bi wê rewşa ku li rojavayê welatê me peyda bûye, nayê dîtin. Jê wêdetir, rojavayê Kurdistanê ketiye ber siyaset û şerekî ku ne destpêk û ne dawiya wê xuya nakin. Metirsiya sûdwernegirtina ji wê derfeta ku niha derketiye holê jî, roj bi roj di siyaseta partiyên rojavayê Kurdistanê de, zoqtir dikeve ber çavê her kesê ku bi hûrbînî li rewşa rêveçûn û siyaseta partiyên rojavayê Kurdistanê, binere.
Sûdwergirtina partiyên rojavayê Kurdistanê ji ezmûna başûrê Kurdistanê, dikare rênîşandereke baş be ji bo wan, da ku wê nîv rizgariya niha ya rojavayê Kurdistanê biparêzin û şêwazeke yasayî lê zêde bikin û piştevaniya navneteweyî û tew navxweyî jî bidest bixin. Ez nabêjim ku siyaseta partiyên başûrê Kurdistanê derbarê navçeyên veqetandî ji sala 1991 ve, berî û piştî hilweşandina rêjîma Baasê, rast bû; ku ew xak ji tevahiya xaka rojavayê Kurdistanê ne kêmtir e, lê partiyên başûrê Kurdistanê di warê `de facto`kirina rizgariya beşekî xaka başûrê Kudistanê û çêkirina statûyekê ji bo azadiya başûrê Kurdistanê, rêyeke saxlem bikar anîn, ku di cihê xwe de ye îro partiyên rojavayê Kurdistanê çav lê bikin.
Piştî serhildanê, Bereya Kurdistanî karûbarên îdarî û bergiriyê bi hevbeşî birêve dibir, û di eynî demê de ber bi hilbijartinan gav davêt. Tew serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) birêz Mesûd Barzanî di rojên serhildanê de, li bajarê Koye got ku divê hilbijartin bê kirin û xelk di destnîşankirina desthilata xwe de beşdar bibin. Piştî wî jî, sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) birêz Celal Talebanî teqezî li ser eynî rêyê kir û êdî di wê demê de guherandina desthilata şoreşger a Bereya Kurdistanî bo desthilateke hilbijartî, bû rojeva li ser zimanê serkirdeyên hemû partiyên diyar ên başûrê Kurdistanê.
Bi vî awayî, roja 19.05.1992 yekemîn hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin û bi her awayekî be hikûmet û parlamentoyê dest bi kar kirin. Dû re, di 04.10.1992 de, parlamentoya Kurdistanê biryar da şêweya sîstem û pêwendiya di navbera başûrê Kurdistan û Iraqê de federalî be; bi serkeftineke mezin û tevî astengiyên Amerîkayê, karîbû vê yekê bike biryara opozisyona Iraqê di kongreya Londonê û dû re jî di kongreya Selahedîn de, berî hilweşandina rêjîma Sedam.
Yanî hilbijartin û avakirina dezgehên hilbijartî yên yasadaner û rêveber, herwiha yasayîkirina rizgariya beşekî başûrê Kurdistanê, bû sedem ku Herêma Kurdistanê weke statûyeke `de facto`, ku xelk di dirustkirina wê de beşdar bûn, bibe hebûneke xuya û qebûlkirî ji aliyê civaka navneteweyî; ku Bexda û derdor jî nikaribin wê tune bikin; her çiqasî bi berdewamî jî civînên sêalî li dijî wê saz dikirin.
Niha rewş pir guheriye. Bexda nikare li dijî azadiya rojavayê Kurdistanê derkeve. Tirkiyê li ser zimanê wezîrê xwe yê derve dibêje ew li dijî otonomiyê dernakevin, ger ev xwesteka gelê rojavayê Kurdistanê be. Îran nermiyê nîşan dide. Xuya ye jî ku Sûriyê bi rewşa xwe daketiye. Lê mixabin, ne asoya wê siyaseta ku niha heye hatiye diyarkirin, ne jî asoya wî şerî diyar e ku du partiyên rojavayê Kurdistanê – Partiya Yekîtî ya Demokratîk (PYD) û Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê- dikin.
Niha rojavayê Kurdistanê di girtîbûneke seranserî de dijî. Ev yek ne ku nîv rizgariya rojavayê Kurdistanê berfireh û aramtir nake, lê belê wê dixeniqîne jî. Di encama pêwendiyên nehênî bi rêjîma Sûriyê re û girtîbûn û siyaseta yekpartî ku li rojavayê Kurdistanê heye, herwiha ji ber biser neketina Desteya Bilind a Kurd (DBK) li rojavayê Kurdistanê, ne kurd û ne cîhan jî vêga nizanin tiştê ku li rojavayê Kurdistanê heye çi ye û çawa ye.
Tevî ku niha bingeha sûdwergirtina rojavayê Kurdistanê ji rewşa kurdî û navçeyî û cîhanî pir baştir e. Vêga hikûmeta Herêma Kurdistanê weke piştevanekî ji rojavayê Kurdistanê re heye. Desthilata gelêrî ya şaredariyên BDP li bakur weke piştevanekî din heye. Welatên herêmê weke sala 1991 ne li dijî mafên gelê kurd in. Cîhan jî ne ku tenê pir baştir kurdan nas dike, lê hino hino bêhtir girîngiya Kurdistan û rola kurdan jî fêm dike.
Lê siyaseta dêspotîk a PYD, ku hemû partiyên din û cemawerên din jê nerazî ne, dibe kelem ku rojavayê Kurdistanê bi awayekî demokratîk statû û mikurhatineke cîhanî bidest bixe.
Wekî din jî, partiyên endam di Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de rastî bêbaweriyeke mezin hatine, û tew beşekî mezin ê xelkê ji serkirdayetiya wan partiyan nerazî ne û hinek ji wan, ji wan re dibêjin “Partiyên Hotêlan” yan “Serkirdeyên Hotêlan.” Hewldanên wan hemû jî ji bo wergirtina alîkariyê ye ji bo partiyên xwe li başûrê Kurdistanê, yan ji bo xweşkirina pêwendiyên xwe bi welatên dinyayê re ye; û bêyî ku bernameyeke wan a zelal hebe, meydana rojavayê Kurdistanê bi tevahî piştguh kirine.
Tiştê ku PYD dike, rêyeke ji bo windakirina derfeta rizgariya parçeyekî Kurdistanê, bi girtina rê li ber karê azad ê partiyên din û karê bereyî û peydabûna desthilateke hevbeş. Tiştê ku serkirdeyên partiyên ENKS jî dikin, piştguhkirina wê nîv rizgariya rojavayê Kurdistanê ye û piştguhkirina xelk û meydana bi rastî ya xebata wan e; ku divê weke başûrê Kurdistanê wê desthilata partîtî û yekpartî ya niha biguehrin û bikin desthilateke hilbijartî. Lê belê çiku zemîn hatiye têkdan, divê niha di destpêkê de zemîn bê dirustkirin, bi hilweşandina wan hemû hêzên çekdar ên ku hene û çêkirina hêzeke hevbeş yan çêkirina hêza ewlekariyê ya bereyî û hêza bergiriyê ya bereyî, dû re jî xebitandina hemû dezgehan li jêr desthilateke hevbeş, û piştî vê yekê jî pêkanîna hilbijartineke bilez li rojavayê Kurdistanê.
Niha cîhan di qonaxa şoreşa gelan de najî, ku rizgariya deverên cîhanê bibîne, lê azadiya wan deverên ku demokrasî û hilbijartin li wan tên pêkanîn, dibîne. Her ev yek jî dike ku xelkên wî parçeyê Kurdistanê dilxweş bin û hest bi girêdanê bikin ji bo azadiya wî parçeyê welatê xwe.
Ji ber vê yekê, li ser hemû aliyên rojavayê Kurdistanê pêwist e ku ji bo parastin û berfirehkirina wê nîv rizgariya rojavayê Kurdistanê, ber bi hilbijartinan herin. Hemû xelk û partiyên parçeyên din ên Kurdistanê jî berê wan bidin rêya dirustkirina desthilata hevbeş û karê bereyî û pêkanîna hilbijartinan, ne ku desthilata yekpartîtî ji ber neyartiya filan yan bêvan partiya din û metirsiya ji rizgarbûna beşekî din ê Kurdistanê di qezenca partiyeke parçeyekî din ê Kurdistanê de.
Ne xuya ye ku wê rêjîma Sûriyê bimîne yan na. Lê divê kurd hewl bidin, diyar bikin ku wê rizgariya rojavayê Kurdistanê bimîne. Ev jî tenê bi rêya karê bereyî û rêyên demokratîk tê pêkanîn. Ji destdana wê jî berpirsyariyeke dîrokî ye di stuyê partiyên rojavayê Kurdistanê de.